Parastina civak û jinên Sûrî erka me ye
Şemî 19 Tîrmeh 2025 - 03:30
Bi wesîleya salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê, Fermendara Giştî ya YPJ'ê Rohilat Efrîn li ser destpêka Şoreşa Rojava ji ANF'ê nirxandin kir û got:’’Bi Şoreşa 19'ê Tîrmehê re gelê Kurd, Gelê Sûrî û hemû pêkhateyên ku di Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrîyê de jiyan dikirin li hemberî hişmendiya ku tenê siyaseta zext, înkar, mafê gelan binpê dike û dengê jinan tune dike, rabûn serhildanê. Ji bo wê em dikarin wiha pênase bikin ku 19'ê Tîrmehê ji bo tevahî civakê ji nû ve avakirin û guhertinek bû.'' Fermandar Rohilat da xuyakirin ku pêngava Şoreşa 19'ê Tîrmehê teyisandinek xurt li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê da avakirin û got:''Şoreşa 19'ê Tîrmehê weke nefesek bû ji bo hemû pêkhateyan. Şoreşa 19'ê Tîrmehê weke Şoreşa pêşengtîya jinan hate bi nav kirin, ji ber di rastiyê de di şexsê Şehîdên me yên Qehreman de yên ku şopa xwe li dîrokê xistin û careke din 19'ê Tîrmehê kirin zemînekî guhertin û avakirinê bû.”
YPJ modela parastina jinên cîhanê ye
Rohilat Efrîn bal kişand ser têkoşîna ku YPJ’ê heta roja îro meşandiye û bilêv kir ku mîrasa YPJ berdewamiya mîrasa tevgerên jinên cîhanê ye. Rohilat Efrîn got:“Jina ku karîbû li hember hêzeke wek DAÎŞ'ê şer bike û heta roja îro di asta herî jor de li hember êrîşên ku werin kirin jî dikare heman helwest nîşan bide, ne mumkîne ku ji jinên cîhanê re nebe modeleke parastinê. Ji jinên enternasyonal û heta bi jinên Ereb û taybet jinên Bakur û Rojhilatê Sûrîyê re bûye mînak. Bi Şoreşa 19'ê Tîrmehê re û bi pêşengtîya YPJ'ê em dikarin bêjin ku ew hêviyên windayî, mafên ku hatine binpêkirin û çanda ku jinê xwe li derdora wê digirt û hatibû binpêkirin, careke din bi pêşengtiya YPJ’ê ava bû, ev ji hemû jinan re bû îlham ku her kes bizanibe bi zanist berê xwe bide armanca xwe û ji bo çi şer dike. YPJ tevgereke civakî, rêxistinî û bîrdozî ye, hêz û îlhama xwe ji van her sê beşan digre û dibe artêşekî ku dikare hemû jinan biparêze.”
YPJ wê erka parastinê dewam bike
Rohilat Efrîn qala pêvajoya ku niha li Sûrî tê meşandin kir û got:’’Di Sûrî de heta niha pergalek ne hatî rûnişkandin, pirsa ku wê pêşeroja Sûrî bi çi awayî be di serê her kesî de çêdike. Ji bo ku yekbûna Sûrî derkeve pêş û dengê demokrasî derkeve pêş û ji bo hemû pêkhate di nav axa Sûrî de xwe bibînin, pêwîstî bi jiyanek bi ewle heye. YPJ biryara ku wê erka parastinê bigre ser milê xwe heta roja îro hat û heta ku civaka me û tevahî Sûrî di nava ewlehî de jîyan nekin wê ev erk dewam bike. Ji bo wê pêşeroja xwe bi ewlehiya jîyana civakê ve girêdayî ye.''
Rohilar Efrîn diyar kir ku divê di Sûrî de pergalek demokratîk ku hemû pêkhateyên di nav de cih bigrin hebe û got:''Di salvegera 19'ê Tîrmehê de em dibêjin ku tekoşîna jinan wê gelek guhetinan di Sûrî de bide çêkirin. Niha gelek geşedanên ku tên jiyankirin hene, pêwîste di van geşedanan de hinek reng derkevin pêş, tekoşîna ku di 13 salan de hate kirin divê bikeve xizmeta hemû Sûrî. Bi avakirina Sûriyeyeke demokrat û ne navendî, wê pêşeroja gelê Sûrî û jinan di nav xwe de îfade bike. Weke YPJ jî li hember vê erkên ku dikevin ser milê me, ji bo em bikaribin xizmeta pêşeroja civak û hemû Sûrî bikin di hemû cihan de em ê bikaribin rola xwe bilîzin.''
ANF/HESEKÊ