Jin roleke girîng dilîzin
În 30 Gulan 2025 - 03:15
Fermandara Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Arîn Şedadî da zanîn gelek mînakên jinan hene ku bi ragihandina çalakiyên gumanbar, alîkariya penaberan û peydakirina piştgiriyê di astengkirina êrîş û çalakiyên DAIŞ'ê de roleke girîng lîstine û got:”Ev jî bûye alîkar ku pêşî li gelek êrîşên terorîstî were girtin.”
Şaneyên DAIŞ'ê di demên dawî de, piştî ku hin deverên ku sînorê wan bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve ye û ji aliyê cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) ve tên kontrolkirin, çalaktir bûne. Ev yek fikarên li ser vejîna terorîzmê derxistiye holê. Di nav vê aloziyê de, şervanên jin ên Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) wek xeta yekem a parastinê derdikevin holê, rolên stratejîk dilîzin, ji berhevkirina îstîxbaratê bigre heta parastina civakê û hişmendiya mafên mirovan, gelek tiştan dikin.
Fermandara Yekîneyên Parastina Jinê YPJ'ê Arîn Şedadî da zanînan jinan li dijî DAÎŞ’ê roleke girîng lîstine û got rola jinan girîng e.
Arîn Şedadî bal bir ser rola jinan û got:”Jin di çalakiyên hişyarkirinê û perwerdehiyê yên li dijî tundrewiyê de, di berhevkirina agahî û dabînkirina piştgiriya psîkososyal de, roleke girîng dilîzin. Di vê çarçoveyê de jin bi dijwariyan re rûbirû dimînin, ji tundiya fîzîkî û psîkolojîk û nebûna çavkanî û piştgiriyê bigre, heta tirsa ji tolhildana ji aliyê komên tundrew ve tên kirin. Yekîneyên Parastina Jinê di parastina jin û zarokan û hişyarkirina civakê ya li ser mafên jinan de roleke çalak dilîzin. Her wiha rasterast beşdarî operasyonên ewlehiyê û bersivdayîna awarte dibin. Gelek mînakên jinan hene ku bi ragihandina çalakiyên gumanbar, alîkariya penaberan û peydakirina piştgiriyê di astengkirina êrîş û çalakiyên DAIŞ'ê de roleke girîng lîstine. Ev jî bûye alîkar ku pêşî li gelek êrîşên terorîstî were girtin.”
Arîn Şedadî bal bir ser parastina jinan û got:”Têgeha "Parastina Cewherî" tê wateya dabînkirina hawîrdorek bi ewle ji bo jinan, ku mafên wan ên bingehîn, di nav de parastina ji tundiyê û îstismarê û zêdekirina beşdariya wan a di biryardayîna têkildarî ewlehiyê de mîsoger dike. Ev parastin dikare bi pratîkî li gor vê têgehê bi afirandina bernameyên hişyarkirinê, dabînkirina xizmetên piştgiriya psîkolojîk û civakî û perwerdekirina jinan di jêhatîyên parastina xwe û mafên wan ên qanûnî de were bicîhanîn.”
NÛJINHA/DÊRAZOR/ZEYNEB XELÎF