Şam dixwaze fitneyê ava bike

Sêşem 6 Gulan 2025 - 03:20

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê der barê kiryarên li dijî Durziyan de daxuyaniyek nivîskî weşand û wiha got:"Dema ku em pêşketinên dawî yên li Sûriyeyê digrin berçavan û bi taybetî piştî ku desthilata rejîma Sûriyê ji aliyê HTŞ’ ve hat desteserkirin, em dibînin ku aloziyên li Sûriyeyê hîna kûrtir bûne û zivirîne kaosekê. Vê pergala cîhadîst û aqlê wê li beramberî gelê me yê perava Sûriyeyê komkujî û jenosîtên derveyî exlaqê mirovahî pêk anîn. Îro em dibînin ku ev desthilat bi heman hovîtiyê êrişî gelê me yê Dûrzî jî dike. Gelê me yê Dûrzî jî weke hemû pêkhateyên li Sûriyeyê cih digrin, pêkhateyeke gelekî qedîm e û ji bo serxwebûna xwe her tim di nava têkoşinê de bû. HTŞ bi aqlekî serwer dixwaze gelên qedîm yên wek Elewî û Dûrzî mêtingeh bike. Ji ber vê yekê di navbera gelên heremê de nakokiyên mezhebî û aloziyan ava dike. Deshilata Şamê dixwaze bi van nakokî û fitneyan re siyaseta parçe bike û rêvebibe bide meşandin.

Çareserî neteweya demokratîk e

Geşadanên vê dawiyê li Sûriyê rû didin nîşan dide ku ev zihniyeta cîhadist ji bo gelan, nexasim ji bo jinan çiqasî xeternak e. Ji ber pergaleke ku pir rengbûna gelan û olan qebûl nake, nikare ji giştî pergala Sûriyeyê re bibe modelek. Her wiha di Sûriyeyê de ji dîrokê heya niha, pir gelên qedîm yên neteweyên cûda bi hev re jiyan kirine. Bi rastî gelên herêmê êdî ji şer wastiyane û hemû gelên heremê dixwazin li ser xaka xwe bi şêwazekî azad bijî. Lê belê fîkrê cîhadîst bi tu awayî mozaîka gelên Sûriyeyê qebûl nake, ev pêşiya ji nû ve avakirina Sûriyeya demokratîk digre. Ji bo Sûriye ya paşerojê modeleke ku bê rexistinkirin modela neteweya demokratîk e. Ji ber ev model  di rastiya Bakur-Rojhilatê Sûriyê û Rojava de gihiştiye asteke ku hemû neteweyên tê de dikarin  pênaseya nasnameya xwe bikin û bi rastiya gelê xwe ve azad jiyan bikin.

Em wekî YPJ van kiryarên terorîstî yên li dijî gelê me yê Durzî, yên ku beşek girîng a tevna Sûriyeyê ne, bi tundî şermezar dikin. Em ê hertim li hemberî tevahî êrişên terorîstî yên sîstematîk ên ku nirxên mirovî û bi taybet yekitiya civaka Sûriyeyê hedef digire bê dudulî bisekinin. Parastina cewherî ji bo avakirina civakek azad û demokratîk garantiya bingehîn û yekane ye. Em dikarin bi aqilê jinê yê etîk û estetik ê ku li hemberî zihniyeta baviksalar bê eman têkoşîn dike, Sûriyeya paşeroja mirovan ya demokratik û bi ewlehi ava bikin.

Parastina rewa esas bigrin

Li ser vê bingehê, em bang li hemû gelan, bi taybetî em bang li jinan dikin ku parastina cewherî ya ku mafekî xwezayî û rewa ye, ji xwe re esas bigrin, da ku parastina mafên xwe û mafên tevahî gelan misoger bikin.  Divê hemû jinên herêmê û cîhanê berpirsyartiya xwe yên dîrokî bigrin ser milê xwe û em bi hev re ji bo xurtkirina yekitî û rêxistinbûnê, têkoşîna xwe bilind bikin. Em dubare dibêjin, Ji bo Sûriyeyê yekane çareserî ew e ku bi aqlê jinê yê rexistinkirî avakirina jiyana hevbeş e. Ji bo tolhildana qetliamên ku li ser gelê me yên Sûriyeyê hatine kirin, bersiva herî mezin bi aqlekî rexistinkirî di beşa parastina rewa de rol girtina ser mile xwe û xwe gihandina Sûriyeya demokratik e, ku tevahî jinan û gelan bi demokrasî û aştiyane hembêz dike ye."

ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.