Jinên Suweydayê: Aramî nema ye
În 25 Tîrmeh 2025 - 02:55
Jinên ji bajarê Suweydayê bi lêv kirin ku ji ber şer aramî nemaye û gotin:"Ji ber van êrîşan aramî li gund nema û me mala xwe di bin agir de hişt, ji bo ku em xwe biparêzin."
Piştî hefteyek ji bombebaran û wêrankirina giran a ku sivîlên bêparastin hedef digirtin, li bajarê Suweydayê yê Sûriyeyê agirbest hat ragihandin. Lê peyman ji aliyê Ewlekariya Giştî ya di destê HTŞ’ê ya cîhadîst ve zû hat betalkirin. Komên çekdar ên girêdayî Ewlekariya Giştî û girêdayî Wezareta Parastinê ku li nêzî gundê El-Heyat ê Suweydayê bi cih bûne, bi karanîna çekên giran û navîn êrîşek li ser komên herêmî yên ku sînor ji zeviyan diparastin, dan destpêkirin.
Jinên ji gundê Cerîn li gundewarê rojavayê Suweydayê, şahidiyên li ser êrîşa ku malên wan ên aram veguherandiye qadên şer, vedibêjin. Jin neçar man rolên xwe yên kevneşopî berdin û bibin rizgarker û parêzvan di nava nebûna parastin û alîkariyan de.
Jinek çarenûsa wê ne diyar e
Henan Ebû Hesûn kêliyên êrîşê li ser gundê xwe wiha vedibêje: "Ciwanan tevî hovîtiya bombebaranê bi mêrxasî şer kirin. Em neçar man malên xwe terk bikin. Bi trajediyek mirovî ya dijwar re rûbirû man bê xwarin, derman û stargeh. Jin û zarokan hewl dan birevin lê yên ku nikaribûn hatin kuştin. Dema êrîşan dest pê kir ez li derveyî malê bûm. Bi tirs û trajediyek mezin, min xwe gihîştand malê. Heya niha jinek ji gundê me çarenûsa wê ne diyar e. Em hêvî dikin ku her kes bi aştiyane vegere malên xwe."
Êrişê îbadetxaneyan jî kirin
Sumaya Ebû Hesûn a temenê wê mezin jî kêliyên bombebaranê wiha anî ziman: "Ji ber van êrîşan aramî li gund nema û me mala xwe di bin agir de hişt, ji bo ku em xwe biparêzin. Ji ber tendirustiya min xirabtir bû, ji tirsa revandin û dîlgirtina wan min ji keçên xwe re got birevin min bihêlin lê wan red kir. Çekdar tenê bi topan nesekinîn, wan cihên îbadetê jî talan kirin û şewitandin.”
NÛJINHA / SUWEYDA / ROŞÊL CANYOR