Esad çû, lê yên hatine hîn tarî ne

Şemî 13 Kanûn 2025 - 03:15

Başbûna ku piştî hilweşîna rejîmê dihate payin li Siwêdayê pêk nehat. Gel dibêje parçebûna civakî zêde bûye, xizmetên bingehîn têk çûne û weke gelek herêmên Sûriyeyê têkoşîna ji bo jiyanê zehmet bûye.

Di ser hilweşîna rejîma Beşar Esad re salek derbas bû. Bajarê Siwêda yê li başûrê Sûriyeyê, ku piraniya şêniyên wê Durzî ne û bi xwepêşandanên xwe yên aştiyane yên li dijî rejîma berê ya Baasê tê naskirin, di nava vê salê de vê carê bû hedefa êrişên Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê, DAÎŞ û HTŞ'ê.

Ji bo şêniyên Siwêdayê ev sal nebû sala destpêka guherînê ku dihate hêvîkirin, lê bû demeke welê ku rewş hîn bêhtir nediyar bû, xizanî û jihevketina civakî girantir bû.

Şêniyên Siwêdayê yên li nava bajêr ji me re axivîn, diyar kirin ku hêvî û bendewariya ji bo azadî û aramiyê pûç bûn, berevajî vê yekê mercên jiyanê ji dema Esad bêhtir xerab bûne.

Îsam Nasir wiha qala sala dawî kir: "Ji ber ku rejîm ket, em bi hêvî bûn. Lê belê piştî salekê em dibînin ku tiştek neguherî ye, di ser re hîn bêhtir nebaş bûye. Rejîma berê civak helandibû, niha jî ev parçebûn girantir bûye. Ne bawer im ku welat li halê xwe yê berê vegere. Yekîtiya neteweyî di nava van şert û mercan de veguheriye meseleyeke zehmet. Di rewşa heyî de yekane fikara me ew e ku em sax bimînin û karibin jiyana xwe dewam bikin."

Ji şêniyên bajêr Selam Bahsas jî bi gotinên tund rexneyê li rêveberiya nû dike: "Esad çû, lê belê mejiyê yên hatine hîn tarî ye. Yên hatine bi mejiyê DAÎŞ'ê ne, hêzeke bê pîvan e. Ne elektrîk heye, ne av, ne jî sotemenî. Ragihandin bi temamî hilweşiyaye. Doh me dengê xwe ji bo azadiyê bilind dikir, lê îro welê li me hatiye ku em li lîtreyeke benzînê, ji bo saetekê li elektrîkê digerin. Em bi tabloyeke welê re rû bi rû ne ku ji rejîma berê xerabtir e."

ANF/SIWÊDA/TEYMÛR EL SALIH

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.