Êrişî gundên Siwêdayê kirin
În 17 Cotmeh 2025 - 03:10
Hêzên hikumeta veguhêz bi çekên giran gundewarê bakurê Siwêdayê topbaran kirin. Şervanên Siwêdayê bersiva êrişê dan û şer derket.
Hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ku careke din agirbesta binpê kirin, berbanga do sibehê gundewarê bakurê Siwêdayê topbaran kirin.
Hêzên hikumeta veguhêz ên li gundê Rîma Hazim bi cih bûne bi çekên giran û hawanan, gundên Selîm û Etîl ên bakur Siwêdayê dan ber topan.
Şervanên Hêzên Parastina Siwêdayê bersiva êrişê dan û şer derket.
Ji Tîrmehê ve li Siwêdayê agirbest hatibû ragihadin. Lê hêzên hikumeta veguhêz gelek caran agirbest binpê kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN