Li Suwêda ji di xeteriyê de ne

Çarşem 23 Tîrmeh 2025 - 03:00

Seroka Yekîtiya Jinên Suriyan li Sûriyeyê Corcêt Barsom li ser rewşa Sûriyeyê ji ANF'ê re axivî û got:“Bi salan e ku li Sûrî hilweşandinek di asta sazî, civak û jiyanê de heye. Bûyerên ku îro li bajarê Suwêdayê rû didin di encama ne edaletî û dûrxistina gel ji biryaran û piştguhkirina civakê ye. Serhildana gelê Suwêdayê qîrîna daxwaza jiyanek bi rûmet û wekhev e. Li aliyekî din lawaztiya hikumeta heyî di çareserkirina pirsgirêkan de xwe dide xuyakirin. Ji ber wê îro Sûrî di rewşeke xetere de ye û bêdengiya li ser van kiryarên ku li ser civakan di Sûrî de tên kirin weke Durzî, Suryan û Elewiyan û hwd. Ev rewş ber bi teqînek mezintir ve diçe.” Corcêt diyar kir ku Hikumeta Şamê ya veguhêz hişmendiya dûrxistin ango tunekirinê ferz dike û got:“Li hember pêkhateyên li Sûrî xîtaba hikumeta Şamê ya veguhêz li ser esasê Îslama hişk tê kirin. Ev jî ji bo pêkhateyên din xeterî ye. Li gelek bajar û herêmên Sûrî jin rojane rastî kiryar û êrîşan û qetilkirinê tê, lê li Suwêdayê ev yek bi awayekî pir li pêş li ber çava tê kirin. Eger ev rewş bi vî awayî dewam bike û çareseriyek neyê dîtin wê jin bi xeteriyên mezin re rû bi rû bimîne. Xeteriya herî mezin jî tunekirina rol û hebûna jinê û meşandina şidetê li dijî jinê ye. Lê ev xeterî li bajarê Suwêdayê tenê namîne, li ku derê wekhevî, ewlehî, rol û hebûna jinê nayê parastin li wir ev xeterî herî zêde li pêş dikevin.”

Rêveberiya xweser nimûne ye

Di nav axaftina xwe de Corcêt bal kişand li ser projeya Rêveberiya Xweser a li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got:“Di sîstema Rêveberiya Xweser de nimûneya hevkariya jinê ango wekheviyê û hebûna hemû pêkhateyan pir li pêş e.Îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tecrûbeyeke rast heye. Li hember her cûre êrîş û tundiyê li ber xwe da û heta roja îro hat. Bi taybetî bi tecrubeya jinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku jinê tê de pêşengtî kirin û roleke mezin rakirin ser milê xwe. Ev tecrûbe îro ji Bakur û Rojhilatê Sûrî deng vedaye cîhanê. Ji bo wê divê tecrûbeya Rêveberiya Xweser rast were dîtin û belavkirina vê tecrûbeyê li Sûriyeyê wê wekhevî, demokrasî û jiyanek bi rûmet pêkan be.”

ANF/ROJ DENÎZ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.