Bi 'Jin, Jiyan, Azadî' xwe diparêzin
Şemî 23 Mijdar 2024 - 03:10
Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Çîgdem Dogû diyar kir ku jin divê parastina xwe bi zanebûn, rêxistinî û têkoşîneke bi rêk û pêk û bênavber xurt bike û got, "Bi Jin, Jiyan, Azadî em xwe diparêzin." Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Çîgdem Dogû bersiv da pirsên ANF'ê. Çîgdem Dogu derbarê geşedanên li cîhanê û Rojhilata Navîn diqewimin, rewşa jinan ev nirxandin kir:’’Ji beriya her tiştî pir girîng e ku mirov fêm bike ku şerekî pir cidî, pergalîk û berdewam heye. Ji ber vê yekê di vê xalê de divê weke tevgerên jinan erkekî lezgîn e ku em li seranserê cîhanê şerê ji aliyê serweriya mêr ve hatiye pêşxistin ji her aliyê ve bibînin û bi nav bikin, di vê aliyê de stratejî û taktîkên têkoşînê diyar bikin. Emela pergala kapîtalîst a li cîhanê bûyîna hegemon ferdên mêr ên di pergalê de jî hegemon dike, ji ber vê yekê emela ji her aliyê ve jin kirina milkê xwe teşwîq dike. Di rêjeyekî mezin a jinên hatine qetilkirin, bindest kirin, kedxwarî kirin de kirde ya hevserên wan in, yan xoşewîst, yan jî ji malbatê weke bav, bira xizmên nêz in. Qanûna “Yan ya min î, yan jî ya axê” ji dewletên mêr, heta çêkerên wan ên sazî û ferdên mêr bi awayekî giştî tê meşandin. Ji ber vê yekê ev rewşa heyî me wekî tevgerên jinan neçarî pêşxistina stratejiyeke ku jin xweparastina xwe pêk bîne û jiyana azad-wekhev ava bike, dike. Pir girîng e ku ev stratejî ji herêmî heta gerdûnî xwedî karekterekî yekpare be. Bêguman beriya van her tiştî berdewamkirina hebûna xwe, yanî li dijî vê pergala tuneker parastina xwe bi awayekî rêxistinî pêkan dibe.
Bi danezanê ezmûn hate parvekirin
Çîgdem Dogu derbarê danezana KJK û PAJK’ê de jî ev nirxandin kirin:’’Weke tevgera jinê, dîroka me ya xweparastinê ya sîh û du salan heye. Em gelekî girîng dibînin ku em vê ezmûna girîng û dîrokî bi jinên din û tevgerên jinan re parve bikin. Di pêvajoyeke ku ji bo jinan pirsgirêkên wisa giran tên jiyîn de, gelek rolên dikevin ser milê me hene. Helbet me ev mijar weke mijareke demkurt û demkî nenirxand. Di dema weşandina danezanê de me ev mijar weke mijareke ku divê di nava salê de û jê şûnde di rojevê de bihêle û bidome nirxand. Di vî warî de her çiqas ne di asta ku me dixwest de be jî, di hin aliyan de rojev û dorhêleke nîqaşê hat afirandin. Di vê heyama derbasbûyî de dengê jinên li Hindistanê yên li dijî komkojiyên jinan ên bi dirûşima "Jin Jiyan Azadî" û bertekên ku hatin pêşxistin pir bi wate bû. Dîsa her çendî ji bo jinên Efganî, jinên Emerîkaya Latîn, jinên Efrîkaya Başûr, jinên Belûc û jinên li welatên rojavayî pir girîng û watedar e ku li dijî komkujiyên jinan dengê xwe bilind bikin, biqîrin û mafên xwe diparêzin. Lê pêwîst e ku van hemûyan bi rêxistinbûna xweparastinê tacîdar bikin.
YJA Star hêza îlhamê ye
Helbet di vê mijarê de em dixwazin van tiştan jî bînin ziman: YJA Star hêza xweparastinê ye. Ev hêz di sedsala 21’an de li dijî êrîşên artêşa Tirk a faşîst a ku pişta xwe daye hêzeke mîna NATO’yê li ber xwe dide û têdikoşe. Gerîlayên YJA Starê li hemberî van hemû hêzan bi cesaret, hostatî û profesyoneliyeke mezin li ber xwe didin. Divê hêz û îlham ji vê bê girtin. Mijareke din a girîng jî ronîkirina şerê li Kurdistanê li ser gelên Tirkiyeyê û bi taybet jinan e. Di van salên dawî de hejmar û şêwazên êrîşên li ser jin û zarokan, bêguman karê desthilata AKP-MHP’ê ye. Rejîma Erdogan a yek zilamî û 'zilamê’ ku di nava xwe de pêşxistiye, faşîzm her ku diçe di nava civakê de belav dibe û wêraniyên mezin çêdike. Çete, mafya, Hizbulkontra, qatilên înternetê, yên ku dîn dibin, yên ku bi komkujiyan pesnê xwe didin, yên ku teşwîqî tundiyê dikin, ev hemû hem li Tirkiyeyê hem jî li herêmên ku ji aliyê dewleta tirk ve hatine dagirkirin her ku diçe zêde dibin. Di pêvajoyeke bi vî rengî de pêşxistin û çalakkirina xeta hevpar a tevgerên jinên Tirk û jinên Kurd ên ku hev xurt dikin û nîşandayîna hevgirtin û têkoşînê bi hev re gelekî girîng e.
BEHDÎNAN