Divê nasnameya welatparêziyê ava bibe

În 15 Tebax 2025 - 03:47

  • Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Çîgdem Dogû destnîşan kir ku divê nasnameyeke welatparêziya Tirkiyeyê bê avakirin ku her bawerî û her nasnameyê di nava xwe de vedihewîne.

Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Çîgdem Dogû beşdarî bernameya taybet a Medya Haber TV bû û pêngava 15’ê Tebaxê û mîsyona komîsyona li meclîsê ava bû nirxand. Çend ji beşên nirxandina Çîgdem Dogû bi vî rengî ne:“Bi asta heyî ya têkoşîna me re ji bo jinûve biwatekirina 15’ê Tebaxê wezîfe û berpirsyariyeke me ya bingehîn e ku hevalê Egîd ê ku fermandarî ji teqandina fîşeka destpêkê re kir û hemû şehîdên şoreşger bi bîr bînin. 15’ê Tebaxê li Tirkiye û Kurdistanê, ya rast ji bo jiholêrakirina înkarkirina Kurdan destpêkekê îfade dike. Wê fîşeka destpêkê hem di nava gelê Kurd de hem jî di nava gelên Rojhilata Navîn de tirs şikand, bû rojeke sembol. Lewma di asta heyî de em 15’ê Tebaxê bi vî rengî bi wate dikin. Yanî weke pêvajoyeke şer û xweparastinê bû, ku înkarkirina Kurdan bi dawî kir, ji bo gelê Kurd, gelan û jinan nirxên azadiyê afirand. Di şexsê hevalê Egîd û hevala Zîlan de, di şexsê hevalê Sofî û hevalê Koçero de ku şehadeta wan hate ragihandin hemû şehîdên me yên şoreşê bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînim.

Divê bi perspektîfeke dîrokî û zanistî be

Divê komîsyon bikeve nava nêzîkatiyeke zanistî û stratejîk. Rêber Apo jî ev yek gelek caran anî ziman. Dem bi dem Devlet Bahçelî jî bal kişand ser. Em jî zanin ku Rêber Apo ji salên 1990’î û pê ve qala tifaqa stratejîk a gelên Kurd û Tirk dike.

Dîrokeke ji hezar salî heye ku li Malazgîrtê destpê kir. Lê belê 100-150 salên dawî, ji damezrandina Komara Tirkiyeyê û vir ve 100 sal bû sedema şerê giran û travmayên mezin. Lewma komîsyon ji nêrîna li roja me ya îro bêhtir, divê bi perspektîfeke zanistî û dîrokî tevbigere û nirxên ku di dîrokê de em li dora wê li bicivin û yên red bikin baş tespît bike.

Divê teqez Rêber APO bibîne

Di vir de girîng e ji destpêkê ve ev yek bê gotin: Ji bo karibe vê bike divê komîsyon teqez hevdîtinê bi Rêber Apo re bike, pê re nîqaş bike û perspektîfa ku dîne holê li ber çavan bigire. Ji ber ku Rêber Apo ne mirovekî welê ye ku weke nûnerekî ji rêzê yê partiyeke siyasî yan jî saziyekê bê dîtin. Wî statuyeke civaka demokratîk û aştiyê danî holê. Eger mirov vê statuyê bişibîne avahiyekê, Rêber Apo weke hîmê vê avahiyê ye; hêza bingehîn e ku avahiyê li ser piyan dihêle. Ji ber vê yekê jî rola wî ya pêşengî û rêbertiyê ne cihê nîqaşê ye. Nêrînên ku Rêber Apo di manîfestoya xwe û nirxandinên xwe yên beriya niha de destnîşan kir, xwedî tespîtên gelekî girîng û mezin in. Rêbertî vî karî bi cidiyeteke mezin dike. Lewma divê komîsyon li nêrînên Rêber Apo guhdarî bike, cidî bigire, li gorî vê yekê nêzîkatiya xwe diyar bike. Em bi vî rengî li karê vê komîsyonê dinihêrin.

Divê peymaneke alternatîf bê afirandin

Destûra Bingehîn a 1924’an ‘Destûra Bingehîn a 24’an’ ji destûra bingehîn a dema Komara 2’emîn a Fransayê û Destûra Bingehîn a Polonyayê sûd hatiye wergirtin û amadekirin. Ev destûra bingehîn bi temamî li dijî Kurdan û gelan e, ji bo serwerkirina nasnameya Tirk hatiye avakirin. Rêber Apo bi manîfestoyê û bi karên xwe yên bi salan vê formulê nîşan dide. Tirkiye di asta girîngiyeke stratejîk û jeopolîtîk de ye; şêweyê rêveberiyeke ku vê pirsgirêkê çareser dike, demokratîk dike û azad dike, eger di nava gelan de bi kevneşopiyeke hevpeymanê yekbûnê pêk bîne, hingî kî dikare li pêşiya Tirkiyeyê bibe asteng? Lê belê partiyên ku niha xwe neteweperest pênase dikin -Di serî de ÎYÎ Partî û Zafer Partî- mohra xwe datînin binê hilweşîneke ekolojîk a mezin li Tirkiyeyê. Mirov ji gundên xwe, ji warên xwe dibin, neçar têne hiştin ku koç bikin. Neteweperestiyeke ku li hemberî van hemûyan bêdeng dimîne, gelo ew neteweperestî ye ku ji welatê xwe bi rastî jî hez dike, yan jî feraseteke şerker û şovenîzmê ye?

Divê peyman herkesî bihewîne

Divê bê pirsîn: Tu neteweperestekî çawa ye? Daristanên te dişewitin; şîrketên madenê, şîrketên taybet ên cuda, rantxur talanê dikin. Li Kurdistanê, li herêmên din ên Tirkiyeyê daristan têne şewitandin, dar têne birîn. Bê av bûn weke metirsiyeke cidî heye. Ev felaket pêwendiya xwe ne tenê bi hawirdorê û avhewayê re heye; di bingeha van de polîtîkayeke rantê heye. Baş e, tu dibêje ez neteweperest im; çima pêşî li vê nagire, çima lê napirse? Divê nasnameyeke welatparêziya Tirkiyeyê bê avakirin ku Tirkmen jî, Laz jî, Çerkes jî, Kurd jî, Ereb jî, Ermen jî, Suryan jî, Xiristiyan jî, Misilman jî; hembêz bike, hemû xwedî li hevdu derkevin. Rêber Apo carekê ev yek îdîa kiribû: ‘Welatparêzê herî mezin ê Tirkiyeyê ez im’. Ev gotin, di salên 1992 û 94’an de gelek caran hate dubarekirin. Baş e, çima ev pênase li Tirkiyeyê neyê nîqaşkirin? Welatparêziya Tirkiyeyê, demokratbûna rasteqîn a Tirkiyeyê, pênaseya azadiyê divê bêne nîqaşkirin û ji bo gelan jinûve bê pênasekirin."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.