Ger Rojava binket dora Başûr e

Çarşem 28 Çile 2026 - 03:50

Cîgirê Akademiya Fikrên Siyasî û Demokratîk a li Herêma Federe ya Kurdistanê Kamûran Berwarî, êrişên li ser Rojava û bandorên wê yên li ser Herêma Kurdistanê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand. 

Dixwazin QSD’ê têk bibin 

Berwarî anî ziman ku êrişên li ser Rojava berê hatine plankirin û got:“Bêguman êrişên HTŞ’ê û çeteyên girêdayî wê beriya salekî hate plankirin û amedekarî hatin kirin. Desthilata Ahmed Şera hatibû plankirin. Bingeha vê projeyê xwe dispêre salên 1970’ê. Ji wê serdemê vê ji bo desthilata Sûriyeyê amedekariya fîgurên wiha dihate kirin. A ku îro em dizanin û dibînin, ev encama planekî kûrewî ye. Di nava vê planê de dewletên Rojhilata Navîn, Sûriye û hinek hêzên Kurdistanê hene. Armancekî stratejîk a planan heye. A yekemîn tunekirina gelê Kurd û ya duyemîn jî dagirkeriya hemû axa Kurdan e. Dixwazin bi vê rêbazê QSD’ê têk bibin.”

Fikrên Ocalan weke gefekî dibînin 

Berwarî anî ziman ku armanca êrişan ji vê êrişê rejîmekî Îslamî ya ku girêdayî dewletên Rojava ye û got:“Me dît ku di vê pêvajoyê de dewletên di hevpeymana navnetweyî de cih digirin Rojava bê parastin hiştin. Lê belê ev 14 sal in Kurdan bi fedekariyekî mezin Rojava û Sûriye parast, ji bo mirovahiyê berdêlên giran dan. Lêbelê dewletên wekî DYE, Îngîltere û Fransayê bi awayekî eşkere li gelê Kurd îxanet kirin. Dewletên Rojava fikir û felsefeya Ocalan ji bo xwe wekî gef dibînin.”

Êriş parçeyeke ji komployê ne 

Berwarî destnîşan kir ku êrişên li ser Rojava dişibe komploya navneteweyî ya li hemberî Rêber APO û got:“Beriya 27 salan ev komplo bi dîlgirtina Ocalan ve ev komplo dest pê kir. Îro êrişên li ser QSD’ê parçeyekî ji vê komployê ye. Hinek hêz difikirin ku wê bi vê komployê fikirên Ocalan tune bibin. Şerê ku îro li Rojhilata Navîn rû dide proje ye. Ev tecrubeya li Şengal û li Rojava ji bo hemû cîhanê mînak e.”

Gel bi QSD’ê re ye 

Berwarî anî ziman ku gelê Kurd bi QSD’ê re ye û got:“Heta Kurdekî tenê jî bimîne wê çete nekevin Rojava. Mazlûm Ebdî, li dijî hêzên cîhanê helwestekî netweyî, wijdanî û birûmet nîşan da. Nîşan da ku biryarên navnetweyî nikare îradeya gelan tune bikin. Îro li cîhanê 80 milyon Kurd hene. Piraniya vî gelî îro bi Mazlûm Ebdî û QSD’ê re ye. Heta QSD li ser pêyan be wê Rojavayê Kurdistanê jî hebe.”

Dîwarên şermê rabikin 

Bewarî anî ziman ku ger planên li Rojava bi ser bikevin wê dest li Herêma Kurdistanê jî werbidin û got:“Divê siyasetmedarên başûrê Kurdistanê vê bizanibin. Gel Rojava têk biçe wê dora Başûr jî were û rêveberiya wir hilweşe. Ger Kurd nebin yek û rêveberiya Başûr li hemberî Tirkiye û HTŞ’ê li ber xwe bide, wê Îran û Iraqê midaxile bikin. Ger rêveberiya PDK’ê bi Qendîl, QSD û Şengalê re bibe yek wê hêzekî xurt çêbe.” Berwarî diyar kir ku divê Herêma Kurdistanê astengiyên di navbera Başûr û Rojava de rake û pişgiriyê bide û got:“Piştgiriya rastîn a ji bo Rojava, rakirina dîwarên şermê yên di navbera Başûr û Rojava ye. Ev destpêka pêvajoya parastina Kurdan e. Em wekî akademisyen divê di asta navneteweyî de daxwazên Kurdistana azad xurt bikin.” Berwarî diyar kir ku serketin tenê bi yekitiya Kurdan ve pêkan û got:“Vê pêvajoyê du rastî derxist holê. Kurd nayên xapandin. Tevî hemû tundî û zextan nasnameya azad a Kurdî hêj hebûna xwe parastiye. Em bang hemû hêzên navneteweyî dikin, dev ji van helwestên xwe yên qirêj ên li dijî Kurdan berdin û piştgiriyê bidin Kurdistanekî azad.”

MA/ZEYNEP DURGUT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.