Salvegera rizgarkirina Kobanê
Çarşem 28 Çile 2026 - 03:42

Ji Ewropayê heta gelek bajarên Emerîkaya Başûr, gel dakete kolanan û xwedî li Rojava derket. Di çalakiyên bi boneya 11’emîn salvegera rizgarkirina Kobanê de hatin lidarxistin de piştevaniyeke navneteweyî hate nîşandan.
Ji Berlînê heta Bogotayê, ji Lubeckê heta Malagayê, ciwanan li gelek bajaran silavên piştgiriyê ji gelê Rojava re şandin. Çalakiyên ku bi wesîleya 11’emîn salvegera rizgariya Kobanê ya ji DAIŞ’ê re pêkanîn, bandora berfireh a Şoreşa Rojava û biryardariya ciwanan nîşan da. Ciwan, bi bangewaziya ku Şoreşa Rojava li her derê bê parastin, peyamên yekîtî û biryardariyê dan.
Elmanya
Li Berlînê ciwanan Wezareta Derve ya Elmanyayê dagir kirin û rewşa Rojava protesto kirin. Li Nurnbergê enternasyonalîstan çalakiyeke spontane lidar xistin.
Li zanîngehên Duisburg û Leipzigê xwendekarên amfî dagir kirin, çalakiya die-in kirin û belavokên ku balê dikişînin ser dorpêça Kobanê belav kirin. Li Kolnê navenda giştî ya partiya CDU hate dagirkirin.
Li Lubeckê ciwanan bi boyaxa spreyê li navendên CDU û SPD çalakî kirin. Li Frankfurt, Stuttgart û Darmstadtê li ser piran pankart hatin daliqandin; bi dirûşmeyên “Kobanê sembola hêviyê ye” û “Rojava li her derê ye, her der berxwedan e” peyam hatin dayîn.
Ji Swîsreyê heta Îngilistanê
Ji Swîsre, Îtalya, Polonya, Portekîz, Barselona û Katalonyayê (Lleida), ji Brîtanyaya Mezin (Dundee, Leeds, Brighton, Manchester, Edinburgh, Glasgow, London û Cardiff) û ji Almanyayê (Berlin û Steinhoeffel) ciwanên enternasyonal silavên piştgiriyê ji gelê Rojava re şandin.
Ji bajarên Ingilistanê Dundee, Leeds, Brighton, Manchester, Edinburgh, Glasgow, London û Cardiff ciwan peyamên piştgiriyê ji Rojava re şandin.
Li bajarên Spanyayê Malaga û Valensiya ciwanan çalakiyên pankart vekirinê lidar xistin.
Başûrê Emerîkayê
Li Şîliyê jinên ciwan, ji bo piştgiriya şervanên YPJ’ê keziyên porê xwe honandin. Li paytexta Kolombiya Bogotayê, li pirên herî girîng ên bajar pankarteke piştgiriya Şoreşa Rojava hate daliqandin. Ev çalakî ji bo 11’emîn salvegera Kobanê hate kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN










