Destaneke nû ya fedayîtiyê nivîsandin

Çarşem 28 Çile 2026 - 03:55

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê li ser berxwedana lehengane ya 4 şervanên ku li eniya El Aliya-El Mekmen ên li rojavayê bajarê Hesekê, li ber xwe da û pêşveçûna çeteyan rawestand, daxuyaniyek weşand û wiha hate gotin:“Îro em van rûpelan wek destana fedakariyê ku ji hêla 4 şervanên me ve li eniya El Aliya li rojavayê Hesekê, di şerekî herî dijwar de hatine meşandin, diweşînin. Ya ku li eniya El Aliya-El Mekmen qewimî ne tenê pevçûneke demkî li erdê vekirî bû, lê ezmûneke rasterast a îradeya berxwedanê bû. Di navbera 17 û 20`ê Çileyê de, piştî êrişên li ser Dêrazorê û Şedadê, El Aliya-El Mekmen veguherîn qadeke şer a asê, hesab û stratejiyên komên êrişkar têk birin û hevkêşeya pêşveçûnên li ser erdê ji nû ve xêz kir.

Şehîdê fedaî Hogir Dêrik

Dema ku wesayîtên dijmin gihaştin cihekî nêzîk, hevrê Hogir Dêrik li bendê nema, ber bi wesayîta zirxî ve çû, xwest ew bibe astengiya dawîn. Wî xwe û bombeyên ku hilgirtibûn teqandin, wesayît rûxand.

Şehîd Çiyager Argenî

Hevrê Çiyager Argenî birîndar bû, dikaribû derkeve, lê ew ma. Tevî birîndariya xwe şer kir heta ku şehîd bû. Bi zelalî digot “Ne her birîn dawî ye, hin birîn nîşaneya soza berxwedan û hezkirina ax û gel in.”

Şehîd Rêber Egîd

Hevrê Rêber Egîd cihê herî dijwar hilbijart. Cihê xwe û hevrêyên xwe berneda. Heta kêliya dawîn şer kir û dijmin westand. Heta nefesa xwe ya dawî li ser rêya berxwedana qehremanî ma.

Şehîd Egîd Hesekê

Dema ku êriş dijwartir bû, hevrê Egîd Hesekê ket şerê rasterast. Qet paşve nekişiya, mîna ku dem bi xwe wateya xweragiriyê jê fêr bûbe.

Çalakiya fedayî pêkanîn

Hevrêyên me yên leheng bi êrişan re rû bi rû man, ji mesafeyeke nêzîk ve ketin nav şerekî rasterast. Hewldanên pêşdehatinê veguherîn qada şer a rasteqîn. Di nava şerekî rasterast û îradeyeke xurt de pêlên êrişan hatin şikandin. Piştî gelek maşîne û panzêrên wan koman hatin rûxandin, ew kom hatin neçarkirin ku bikevin nava şerekî vekirî. Bi gurbûna şer û şehadeta hejmareke hevrêyên me re, şer gihaştibû asteke herî dijwar. Di wê kêliyê de şehîd Hogir Dêrik bi biryardarî û bêyî dudilî ber bi eniyên şer ve çû, bi biryardarî rêya xwe hilbijart, laş û îradeya xwe veguherand çekeke ji bo rawestandina wesayîta zirxî ya dijmin. Xwe û bombeyên ku hilgirtibûn, teqandin û wesayît jî îmha kir. Di çar rojan de, berxwedan ne tenê kiryareke sekn û berxwedanê bû, lê şerekî dijwar ê windakirinê bû ku di dema wê de komên êrişkar derbên giran xwarin. Zêdetirî 15 wesayît, tank û wesayîtên zirxî hatin îmhakirin û bi dehan kuştiyên dijmin çêbûn.”

ANHA/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.