Em nirxên xwe fesix nakin
Sêşem 20 Gulan 2025 - 03:20
Kongreya 12'emîn a PKK'ê di navbera 5-7'ê Gulanê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk hat. Encamnameya kongreyê û biryarên hatin wergirtin di 12'ê Gulanê de bi raya giştî re hatin parvekirin. Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Çîgdem Dogû li kongreyê axivî û anî ziman ku Rêber Apo bi hurmet silav kir û şehîd bi minet bi bîr anî. Nirxandina Çîgdem Dogû bi vî rengî ye:’’Em kongreya fesixkirina PKK’ê li dar dixin. Lê PKK bi şehîdên mezin re nirxên mezin afirand. Bi rastî, exlaqek mezin afirand. Çandeke pir mezin afirand. Felsefeya jiyana azad afirand. Dema ku em PKK’ê fesix dikin, bêguman em van nirxan fesix nakin. Bi rastî, ev nirxên me bingeha pêvajoya ku em ê di serdema pêş de xwe nû bikin û ji nû ve ava bikin, pêk tînin. Ji ber vê yekê, ez dixwazim bibêjim ku ev nirxên mezin û şehîdên me yên leheng wê her tim bijîn.
Em têk neçûn
Niha, Rêber di banga 27’ê Sibatê de ev hevok bi kar anî û got:’’Divê hûn mîna her cemiyetên hemdem ên ku bi zorê nehtine tinekirin û nehatine çewisandin xwe fesix bikin. Bêguman her hevokeke wê bangewaziyê mîna manîfestoyekê ye û tijî tespîtên pir hêja û girîng hene, lê ev hevok yek ji yên herî girîng bû. Dijmin pir caran weke ku şerê taybet dimeşîne û dinirxîne, dibêje vaye têkçûn, tasfîye bûn, em ê wan tasfiye bikin û hwd. Dijmin bi israr hewl dide bîne asta têkçûn û têkbirinê. Lê em dizanin ku bi rastî fesixkirina PKK’ê ji têkçûn û têkbirinê wêdetir, rastiya wê di asteke pir cûda de derketiye holê. Em di vir de têk neçûne. PKK ne ku ji ber têkçûnê ya dawiya temenê xwe yê 52 salan xwe fesix dike.
PKK ji bo me dayîk e
Bêguman, rastiya PKK’ê mîna romaneke bêdawî ye. Di vê romanê de gelek tişt hene ku pêdivî bi nirxandin, lêkolîn û têgihîştina wê hene, em ê vê yekê paşê bi berfirehî binirxînin. Lê dema ku em PKK’ê fesix dikin, watedar kirina wê pir girîng e. Em ê çi fesix bikin? Ji niha û pê ve em ê çawa bidomînin? Yanî ez dikarim di pêvajoya pêşketina xwe ya kesayetî de bibêjim. Ez bi hemû hevrêyên xwe re bi salan di heman rêxistinê de jiyan û xebitîn û me hevdu nas kir. PKK bi rastî jî ji bo me hemûyan bûye mîna dayikekê ye. Çawa mîna dayikekê biaxive, çawa bimeşe, çawa bi mirovan re têkilî dayne, çawa xwe birêxistin bike, çawa xwe biparêze, çawa şer bike, divê tevgera te çawa be, evîn çawa be, rêzdarî çawa be, dostî çawa be, hevaltî çawa be... vana fêrî me kir. Em hinekî hîn bûne. Em di nav vê rêxistinê de dijîn. Dibe ku hin tişt veguherîne adeteke çandî. Lê bi rastî jî mûcîzeyî ye. Mesela şehîdên me mûcîzeyî ne. Hevrêyên me yanî giyanên me û şêweyên wan bi rastî jî mûcîzeyî ne. Ji ber vê yekê, girîng e ku em vê yekê pir baş fêm bikin. PKK ev exlaq afirand. Exlaqê azadiyê afirand. Felsefeya azadiyê afirand. Û bi vê re tevgera jinan paşê bi hêztir pêş ket, artêşa jinan, jin xwe birêxistin kirin, pêvajoyên guhertinê yên ku di nav partiyê de hewce bûn werin jiyîn, Rêbertiyê vana hemê bi berfirehî girt dest û bi hewldana xwe vê yekê nîşan da. Wekî ku min got, dema min got PKK dayika me ye, mebesta min ew e ku ev dayika ku me mezin kir û xwedî kir, di rastiyê de PKK a ku ji hêla Rêber Apo ve hatiye pêşxistin e.
Bi xeta Rêber APO beşdar bibin
Ji ber vê yekê, wekî milîtanên PKK’ê û bi taybetî jî wekî hevrêyên ku beşdarî vê kongreyê bûn, berpirsiyariya me bi rastî mezintir e. Hîn jî bê pêvajoya çawa pêş bikeve ne diyar e. Yanî em li ber kêliyên dîrokî de ne. Em çawa dikarin ji wê astê wêdetir biçin? Ev pêvajo wê çawa bidome? Wê dijmin çawa êrîş bike? Ew ê şerekî taybet çawa bimeşîne? Ew ê bi awayekî fîzîkî çawa êrîş bike? Di vê mijarê de nediyariyek heye. Xetere hene. Rîsk hene. Ji vî alî ve girîngiyeke dîrokî heye ku em vê pêvajoyê bi awayekî rast fam bikin û pêk bînin û em bi vê hişmendî û ruhê, bi biryardariya PKK’ê, yanî bi biryardariya PKK’ê ya li ser xeta Rêber Apo beşdarî pêvajoya li pêşiya me bibin, xetere û metirsiyên vê pêvajoyê ji holê rakin û bi şêweyê beşdarbûnê re bala xwe bidin aliyê ku bidin qezenckirin û ev nêzîkatî pir girîng e."
BEHDÎNAN