Têkoşîna sosyalîst, jiyana komunal
Pêncşem 3 Tîrmeh 2025 - 03:30
Endama Koordînasyona PAJK’ê Ayten Dersim û Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Çîgdem Dogû gotin," Weke tevger gava ku em nû ava bûn me xwe spart çand û hişmendiya sosyalîst. Şert û mercên wê demê, reel sosyalîzm... Me para xwe jê wergirt. Rêberê me di manîfestoya xwe de vê yekê bi berfirehî dinirxîne."
Endama Koordînasyona PAJK’ê Ayten Dersim û Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Çîgdem Dogû di Medya Haber TV de şehîdên meha Hezîranê bi bîr anîn û qala têkoşîna sosyalîzmê, bi taybetî jî têkoşîna jinan kirin. Çend ji beşên vê nirxandinê bi vî rengî ne:
AYTEN DERSIM: Di şexsê hevala Zîlan de hevrê Sema, Gulan, Helmet, Raperîn, Bêrîvan û gelek şehîdên azadiyê yên ku me nekarî navê wan bilêv bikin bi hurmet û minet bi bîr tînim. Weke hevrêyê wan em careke din soz didin ku têkoşîna wan a azadiyê, jiyana azad a ku wan emanetî me kirine dewam bikin.
ÇÎGDEM DOGÛ: Dema ku dîrok û rastiya Kurd tê nirxandin, tê dîtin ku li Kurdistanê polîtîkayeke bi vî rengî dihate meşandin: Polîtîkaya ‘Bêkurdidstankirin’a welêt, yanî ‘Bêkurdkirina Kurdistanê’ dihate meşandin. Ev yek hem ji aliyê demografîk ve bi rêya koçkirinê -ya herî xetere jî- tu înkarkirina hebûna xwe ya Kurdbûnê dihate meşandin. Carna jî te ji xwe re Kurd digot, lê belê ti eleqeya te bi Kurdbûnê nema bû. Bi temamî hevkar bû... Rêbertî vê yekê weke ‘Judenrat’ê pênase dike. Yanî temam tu ji xwe re dibêje Kurd e, lê belê eleqeya te bi Kurdbûnê nemaye. Têkiliya te bi civaka Kurd re nemaye. Welatê te ewqasî tê talankirin, wêrankirin, êrîş li erdnîgariya te heye, daristan hatine şewitandin, dar têne birîn, li her derê bendav hatine çêkirin!
AYTEN DERSIM: Weke tevger gava ku em nû ava bûn me xwe spart çand û hişmendiya sosyalîst. Şert û mercên wê demê, reel sosyalîzm... Me para xwe jê wergirt. Rêberê me di manîfestoya xwe de vê yekê bi berfirehî dinirxîne. Sosyalîstbûn di heman demê de civakîbûn e. Civakîbûn nayê wê wateyê ku illehî bi dehan kes li derdora me hebin. Ev yek nêzîkatiyeke hişk e. Rêbertî dibêje li Îmraliyê weke sosyalîstekî dijî. Her ku em Rêbertî roj bi roj fêhm dikin, em vê yekê jî hîn baş fêhm dikin.
Têkoşîna sosyalîst ji jiyana komunal pêk tê. Jiyana sosyalîst xwedî fikrê azad e. Jiyana sosyalîst timî hildiberîne. Xwe kêrhatî dike. Xwe timî ji aliyê fikrî ve bi pêş ve dibe. Lê belê van hemûyan dixe meriyetê. Lewma Rebertî dema ku gelek tevgerên sosyalîst dinirxîne, rexne dike. Dibêje nîvco mane, têrê nekirine. Ji ber vê yekê sîstema kapîtalîst ew ji holê rakir.
Rêbertî timî dibêje, ‘Ez mirovekî azad im’. Yanî ‘Hûn destpêkê ji bo azadiya xwe têbikoşin’. Bi rastî jî welê ye. Fikrê Rêbertî gihîşt hemû jinan. Bi rastî jî me yekser nekarîbû xwe bigihînin van jinan. Lê belê fikrê Rêbertî gihîşt. Lewma em îro bi hêsanî dikarin vê bibêjin: Yanî îdeolojî û felsefeya me gerdûnî bû.
ÇÎGDEM DOGÛ: Pêvajo pêvajoyeke gelekî girîng e. Nirxandinên me li ser têkoşîna sosyalîzmê, têkoşîna komunal e. Bêguman ne tiştekî welê ye ku di demeke teng de bê asêkirin. Lê belê divê em zanibin ku di pêvajoyeke dîrokî de ne ku divê niha destpê bikin. Ne pêvajoyeke welê ye ku em bibêjin, ‘Ka em hinekî lê temaşe bikin, bibînin bê tevgera azadiyê wê çi bike...’ Tevgerên jinan bi du alî di nava hewldanan de ne. Ev bi rastî jî gelekî girîng û hêja ne.
Bi taybetî di nava atmosfereke şoven a weke Komara Tirkiyeyê de ev hewldan girîng e. Lewma divê tevgerên jinan hem li Kurdistanê hem jî li Tirkiyeyê bi hev re têkoşînê bimeşînin. Biçûk an jî mezin çalakiyên cihêreng gelekî hêja ne. Ev yek wê têkoşîna civaka demokratîk û aştiyê mezin bike. Şênber bike. Ev têkoşîn wê ji jinan destpê bike. Ji ber ku aqlê mêr ne di wê astê de ye ku karibe vê bike. Lewma roleke mezin dikeve ser milê jinan. Ev hêz ji xwe bi jinan re heye – jê zêdetir jî heye. Ya girîng ew e ku bi rengekî rêxistinbûyî tevbigere.
ANF/NAVENDA NÛÇEYAN