Jineke din hate rizgarkirin

Çarşem 5 Hezîran 2024 - 00:27

Jineke din a Êzidî ji kampa Holê hate rizgarkirin. Tewaf Dawid Çito ku ji aliyê YJŞ û YPJ'ê ve hate rizgarkirin, derbasî Şengalê hate kirin. Hate ragihandin ku Tewaf Dawid Çito ya ji komelgeha Tilizêr a Şengalê, ku di dema fermanê de hatibû revandin, hate rizgarkirin. Li gorî agahiyan, bi hevkariya YJŞ û YPJ’ê li kampa Holê jina Êzidî hate rizgarkirin.

Rayedarên Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştî rizgarkirinê hewl dan Tewaf Dawid Çito derbasî Şengalê bikin, lê belê ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Iraqê ve bi saetan li ser sînor hate rawestandin. Hate ragihandin ku piştî hewldana TAJÊ, YJŞ û YPJ'ê Tewaf Dawid Çito derbasî Şengalê hate kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.