Xwedêda: Divê Êzîdî xwe bihêz bikin

Duşem 28 Cotmeh 2024 - 16:30

  • Midûrê Nahiya Sinûnê Xwedêda Çûkê diyar kir bi êrişan dixwazin civaka Êzidî bê çek, bê parastin û bê îrade bihêlin û got: “Niha sîleh di destê gelê me de heye, dijmin hesabê van sîlehan dike. Lazim e civaka Êzidî li benda kesî nemîne, bi erka xwe rabe.”

Dewleta Tirk a dagirker weke berdewamiya êrişên qirkirinê yên li ser civaka Êzidî, di 24-25’ê Cotmehê de 20 caran Şengalê bombebaran kir, di encama êrişan de 6 şervanên YBŞ’ê şehîd ketin.

Rêveberê Nahiya Sinûnê Xwedêda Çûkê Xwedêda êrişên dawî weke berdewama fermana 2014’an nirxand û bang li civaka Êzidî kir ku li benda ti hêz û aliyê neminin û ji bo xwe ji fermanan biparêzin hêza xwe ya parastinê û tifaqa xwe xurt bikin.

Dixwazin Êzîdî çekan deynin

Xwedêda Çûkê bêdengiya Iraqê ya li ser êrîşên Tirk şermezar kir, bal kişande ser berxwedana YBŞ’ê û got,’’YBŞ çi ji dest hatiye texsîr nekiriye, li ber dijmin sekinîye û bi gel re îradeyek çêkiriye. Ne tenê dewleta Tirk, hin aliyên siyasî jî hene ku dixwazin Êzidî bê îrade bimînin. Dixwazin Êzidî terka vê îradeyê bidin û sîlehên xwe deynin.’’

Bila Êzîdî vegerin

Xwedêda Çûkê banga kir ku Êzîdî vegerin Şengalê û got,’’Eger gelê me venegere Şengalê em nikarin ji dewletê daxwaza mafê xwe jî bikin. Lazime civaka me bifikire ku ka wê çawa xwe ji fermanan xilas bike. Hikumeta Iraqê ne hikumeteke netewî ye ku berjewendiyên gel bifikire.’’

Dinya li ser hêzê ye

Her wiha Xwedêda Çûkê destnîşan kir ku hikumeta Iraqê li gor berjewendiyên xwe bi herêma Kurdistanê û dewleta Tirk a dagirker re têkiliyên xwe dimeşîne û got,’’Gelê me lazime îradeya xwe xurt bike, bêyî îrade civakek li ser lingan namîne. Bila gelê me xweş zanibe ev dinya li ser hêzê ava ye. Yê ku hêza wî nebe nikare li Rojhilata Navîn bimîne. Lê eger eşîrek be jî û hêza wê hebe, wê bi hesab be. Niha sîleh di destê gelê me de heye, dijmin hesabê van sîlehan dike. Lazime civaka Êzidî li benda kesî nemîne, bi erka xwe rabe. ROJNEWS

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.