Ji bo parastinê berê xwe da Şengalê

Şemî 3 Tebax 2024 - 02:35

SORGUL ŞÊXO / NÛJINHA / HESEKÊ

YPJ’ê bi civîneke çapemeniyê rizgarkirina du jinên Êzidî û zarokekê dema ku di êrişa çeteyên DAIŞ’ê de li Şengalê hatibûn revandin, ragihand. Tawaf Dawûd Çeto ya 24 salî a ji Til Ezêrê, Ezîza Xalid Elî a 25 û zaroka bi navê Xûnav bûn.

Tawaf Dawûd li ser 10 salên ku jiyan kiribû, hestên tolhildanê û kîna li hember çeteyên DAIŞ’ê bi kurtasî ji ajansa me re vegot.

Bi bişrîn û kenekî ji dil got 'Piştî 10 salan ez hatim rizgarkirin'. Tawaf Dawûd kêliyên destpêkê ji fermanê dema ku hate revandin wiha bibîr anî:"Wê demê ez 14 salî bûm dema ku hatim revandin. Çete hatin û hemû keçên Êzidî revandin, roj û kêliyên zor bûn, ne tenê ez hemû keçên Êzidî ev êş jiyan kirin û jana wê heta niha dikşînin." Tawaf bi kenekî li ser lêvan, bi bişrînekê û kêfxweşiyeke ji dil got:"Baş e bixêr piştî 10 salan ez hatim rizgarkirin." Tawaf Dawûd bi xemgînî got ku her roj ji roja berî wê xirabtir û sal bi sal rewşa wan zortir dibû û got:"Kesên hatin revandin bi tundî, êşkence, tecawîz û gelek tiştan re rûbirû diman. Me jiyanek bi êş di van 10 salan de jiyan kir." Tawaf Dawûd da xuyakirin ku ne tenê ew hate revandin û wiha behsa malbata xwe dike û dibêje:"Piştî em hatin revandin, malbata min berê xwe dan Dihokê. Tenê keçên nûgîhayê ji malbata min revandin, lê xwûşkên min yê biçûk û kesên temen mezin hiştin, ji lewra wan berê xwe dan çiyayên Şengalê û ji wir ber bi Dihokê ve çûn. Ji malbatê ez û xwûşka min a mezin hatin revandin." Dîsa bi çavekî bi ken û biriqînekê û kenekî nerm got:"Xwûşka min a mezin hatiye rizgarkirin, ew jî bi saya şervanên YPJ’ê ye. Ez jî ew jî hat rizgarkirin, ev bi saya YPJ’ê pêk hat. Ez gelek kêfxweş bûm, hestekî gelekî xweş û dilşad im ku îro ez dikarim rihet bi malbatê re biaxivim. Kêfxweş im ji ber ku xwûşka min hatiye rizgarkirin, ez pêre axivîm û ji min re behsa ewlehiya li cem YPJ’ê kir ku bi rêya wan ez ê bi awayekî ewle bighêjim erda Şengalê cem wan."

Ez ê xwe û jinan biparêzim

Li ser pirsa ku Tawaf dema vegere Şengalê dê çi bike, wiha bersiv da: "Ji ber ku ez dîl hatibûm girtin û revandî bûm, dixwazim destpêkê di deriyê jiyan re derbas bim, dixwazim bijîm. Min ji xwendinê hez dikir, ez ê careke din bixwînim. Herwiha piştî tiştên ku ez pêre rûbirû mam ez dixwazim bihêz bibim, xwe biparêzim jinên dora xwe û gelê xwe yê Êzidî biparêzim. Dibe ku ez beşdarî YJŞ’ê jî bibim, parastina me pêwîstiyeke, ji ber eger hêza me ya parastinê heba me yê bikaribûya li dijî êrîşên DAIŞ’ê xwe parastiba û li ber xwe bida. Lê hêzek nebû, kes jî nebû me biparêze, yê me diparastin jî (Pêşmerge) reviyan, ji lewra pêwîste em xwe biparêzin û eger were xwestin jî ez ê çek hilgirim û xwe biparêzim. Ez spasiya YPJ’ê dikim ku ez rizgar kirim, xûşka min rizgarkirin û gelek jinên Êzidî rizgarkirin û Ezîza jî rizgarkirin. Heta ez li ser rûyê jiyanê bim, ez ê YPJ’ê jibîr nekim ku ji bo me çi kirin."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.