Kesî guh neda hişyariyên Rêber Apo!

În 1 Tebax 2025 - 03:45

Ferman û berxwedan bûye beşek ji nasnameya Êzidiyan. Bandora fermanê hîn jî li ser civaka Êzidî diyar e, birînên kûr li pey xwe hiştine û gelek kes hîn jî bi êşên fermanê re rû bi rû ne. Tevî van êş û azaran, Êzidiyan berxwedaneke mezin nîşan dan û ji bo parastina hebûna xwe û vegera li warê xwe yê pîroz têkoşîn kirin. Bîranîna fermanan û êrişa DAIŞ’ê, ji bo Êzidiyan bûye beşek ji nasnameya wan û wekî hişyariyek ji bo pêşerojê dimîne da ku bûyerên bi vî rengî dubare nebin. Li gorî Dayê Pakîze, beriya êrişa hovane ya DAIŞ’ê, Rêber Apo gelek caran hem rêxistinên Êzidî û hem jî PDK û YNK li ser metirsiya mezin a li ser Êzidiyan hişyar kiribû. Van bangawaziyan ji dema teqînên Til Îzer û Sîbayê ve destpê kiribûn. Tevî van hişyariyên zelal, PDK û YNK tenê bi zêdekirina hejmara pêşmergeyên xwe li herêmê sînordar man û ti gavên din ên berbiçav ji bo parastina gel neavêtin. Ev bêxemî, weke Dayê Pakîze dibêje, ‘bû sedem ku civaka Êzidî bi qirkirineke hovane re rûbirû bimîne’.

Heval mal bi mal digeriyan

Dayê Pakîze diyar dike ku beriya êrişê, hevalan xwe gihandibûn Şengalê û mal bi mal li ser xetereya pêşerojê gel hişyar dikirin û got:“Wan ji bo rê li ber fermanê bigirin, bi fedakarî tevdigeriyan û hewl didan gel amade bikin. Ew diçûn gel malên mezin û muxtaran lê mixabin tenê hejmareke pir kêm ji ciwanan razî bûn ku beşdarî perwerdeyan bibin. Hevalan her wiha ji gel dixwestin ku di aliyê erzaq de jî amadekariyên xwe bikin û nan û avê bibin ser çiyê da ku di rewşa êrişê de xwe biparêzin. Lê piraniya gel, ji ber ku pişta xwe bi hebûna pêşmergeyan girêdabûn li malên xwe man û hişyariyan ciddî negirtin.“

Hewl da ciwanan kom bike

Dayika Pakîze bi bîr tîne ku dema DAIŞ gihîşt komelgeha Duhola, hevalan bang li wan kirin ku çekan bigirin û xwe biparêzin. Heval Dilşêr û Xêro (hevjînê Dayê Pakîze) hewl dan 10 ciwanan kom bikin ku pêşiya DAIŞ’ê bigirin, lê mixabin, kesî dest hilneda û DAIŞ bê astengî ket Şengalê. Dayê Pakîze dibêje ger gel guh dabûya hevalan û li ber xwe dabûya, DAIŞ nedikarî ew qas bi hêsanî Şengal dagir bike. Çekên DAIŞ’ê yên di destpêkê de hemû sivik bûn, lê piştî reva pêşmergeyan, hemû çekên giran ên pêşmergeyan ketin destê DAIŞ’ê û hêza wan gelekî mezin bû. Kurê Dayika Pakîze ku beriya fermanê ji bo perwerdeyê hatibû şandin, dema êrişa DAIŞ’ê tevî hevalên YPG û YPJ xwe digihîne Şengalê. Dayika Pakîze bi minetdarî dibêje ku bi saya fedakariya van hevalan û şehîdên ku wan dane, Êzidî ji qirkirinê hatin parastin, heke ew qas şehîd nehatibûna dayîn, yek Êzidî jî nedima. Di dawiyê de, Pakîze Celal balê dikişîne ser goristana şehîdan a li Şengalê ku belgeya herî zelal a fedakariya wan şehîdane û dibêje:“Ji Rojhilat heta Rojava, ji Bakur heta Başûr, ji her derê heval hatin û li ser axa me canê xwe dan. Di baweriya me de, her kesê ku ji bo parastina Êzidîtiyê canê xwe feda bike, şehîd e. Ya ku ji me tê xwestin jî ew e ku em li keda van şehîdan xwedî derkevin û mîrateya wan biparêzin.”

ROJNEWS/ÎBRAHÎM ÊZIDÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.