Ragihandina Tirk dîsa derew kirin

Duşem 16 Gulan 2022 - 21:15

  • Ji bo li Elmanyayê qedexekirina PKK’ê bi dawî bibe, 11'ê Gulanê gaveke girîng hate avêtin.

BERDAN DOGAN / MAINZ

Ji bo li Elmanyayê qedexekirina PKK’ê bi dawî bibe, 11'ê Gulanê gaveke girîng hate avêtin. Parêzerên rêveberên PKK'ê Dr. Lukas Theune û Dr. Peer Stolle miracaetî Wezareta Karê Hundir a Federal kir da ku qedexeya 29 salan a ji 26'ê Mijdara 1993'yan ve bê betalkirin. Ev 29 sal in Kurdên li Elmanyayê tên krîmînalîze kirin, siyasetvan û çalakvanên Kurd tên dadgehkirin, sembol û alayên Tevgera Azadiyê ya Kurdan tên qedexekirin. Û ev gava girîng derfeteke hiqûqî li ber Kurdan li Elmanyayê vedike. Ev pêvajo li gorî texmîna parêzeran dibe ku salekê bikişîne, heger wezaret miracaetê red bike, parêzer wê dozê li wezaretê vekin.

Lê ragihandina dewleta Tirk, pêre pêre îdîa kir ku wezaretê miracaeta parêzerên PKK'ê red kiriye. Ji parêzerên PKK'ê Dr. Lukas Theune got, rayedarên wezaretê gotiye, ew nafikirin ku divê qedexe bê betalkirin, lê miracaeta wan nehatiye redkirin. 

Parêzerer Dr. Lukas Theune got, "Divê pêşî arzûhala miracaetê bixwînin. Piştre li serê bicivin. Paşê jî bersiva wê pêşî bidin me. Heger neerênî be, em dikarin miracaetê kite bi kite û bi sedemên cihê berferehtir bikin. Min di rojnameyekê de xwend, Wezareta Karên Hundir gotiye, 'em dudilî ne. Em difikirin ku divê ev qedexe bimîne'. Lê ev tenê fikreke beyankirî ye. Ev daxuyanî wê rêveçûna pêvajoyê û dozê neguherîne." 

Fikrên du pisporan di 20 rûpelan de

Parêzer Theune got, daxuyaniya berdevkê wezaretê yeke bi lez û bez bû ji bo ku Tirkiyeyê netirsîne, ev daxuyanî hatiye dayîn. Bi ya wî wezaret wê bi awirekî hiqûqî li miracaeta wan binihêre. 

Dr. Lukas Theune da zanîn ku di miracaeta 20 rûpelî de gelek delîl hene. Wî da zanîn ku du raporên kerên pispor di muracaetê de cihê xwe digirin. Yek jê ya Prof. Dr. Roland Hefendehl e. ew krîmînolog e. Ya din jî ya Prof. Jost Jongerden e, ew jî civaknas e. 

Parêzerê PKK'ê Theune da zanîn ku ew ê bi wezaretê re hevdîtinan bikin, fikra xwe eşkere bikin û dawiya vê salê yan jî destpêka sala bê, wezaret wê biryarekê bide. Piştre jî "Heger Wezareta Karê Hundir biryara dewama qedexeyê bide, em ê doza liberrabûnê bidin destpêkirin.

Lê heger miracaeta me erê bike jî em ê bigihîjin armanca xwe. Miracaeta me di warê hiqûqî de rewa ye. Lewma PKK li Elmanyayê di sûcê bibe sedema ceza, nake. Hiqûqa navneteweyî jî binpê nake. Van sûcan hemûyan dewleta Tirk dike. Lê Tirkiye ji hevkarên muhim ên Elmanyayê ye.

Dibe ku bixwaze têkiliyên xwe yên bi dewleta Tirk re li ser esasekî baş rûnîne. Ev aliyê siyasî dikare pêşiyê li miracaeta me bigire. Lê di warê hiqûqî de, divê miracaeta me bi her halî were qebûlkirin.”

'Destekê bidin doza me'

Dr. Lukas Theune xwest mirov destekê bidin doza wan: "Divê vê pêvajoya miracaetê û dozê bi raya giştî re parve bikin, raya giştî agahdar bikin, ji Wezareta Karê Hundir re binivîsin û fikra xwe ya şexsî ji wan re bibêjin, kampanyayên îmzeyan jî bidin destpêkirin. Hikûmeteke me ya nû heye û ev hikûmet rexnegirtir e. Di vî warî de ez dibêjim, şensê me xweş e."

3 lingên dozê

Parêzerê PKK'ê di doza li dijî qedexekirina PKK'ê li Elmanyayê de, Dr. Peer Stolle, got, doza wan wê li ser lingan be: “lingê pêşî, PKK li Elmanyayê sûc nake. Ya diduyê, qedexe îdîa dike ku “helwêsteke PKK'ê ya ku diyaloga di navbera gelan de asteng dike”. Li dijî vê hincetê me nivîsek nivîsî. Lingê sisiyan, qedexe dibêje, “ewlehiya civakî ya li vir dixe tehlûkeyê”; bi vê hincetê qedexe dewam dikirin. Me eşkere kir ku esas ev jî ne êdî ne rojane ye.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.