Dadgehên Elman şertên Erdogan pêk tînin

În 8 Adar 2024 - 00:37

  • Ulrîch von Klînggaff, parêzerê siyasetmedarê Kurd Mehmet Çakas ê ku li Elmanyayê girtî ye, diyar kir,’’dozên 129b’yê siyasî ne’’ û got: Hikûmeta Federal a Elmanyayê, bi deqkirina Kurdan a bi rengê ‘’terorîst’’ şertên dîktator Erdogan bi cih tîne.

BEDRAN DOGAN

Mehmet Çakas ku serlêdana îltîcaya wî ya li Elmanya nehatî qebûlkirn û bi vê sedemê li Italyayê serlêdana îltîcayê kirî bi îdîaya ku li herêma Bremen-Hannoverê bi navê PKK’ê xebat kirine, li ser daxwaza Elmanyayê Kanûna 2022’an hatibû girtin. Çakas ê ku Adarê îadeyî Elmanyayê kirin, li Girtîgeha Hannoverê tê girtin. Bi Parêzerê Mehmet Çakas Ulrîch von Klînggraff re em li ser pêvajoya dozê û aliyê wê yê siyasî axivîn.

Wergerên ji alî polîsan ve

Yek ji parêzerê Mehmet Çakas Ulrîch von Klînggraf diyar kir di rûniştên dawiyê de bêhtir li ser guhdarîkirinên telefonê hatiye rawestandin lê werger xirab bûne, werger rast nehatine kirin û got:’’Wergerên guhdarîkirina van telefonan ku li dijî miwekîlê min têne bikaranîn, bûne rojev. Tespît bû ku ev werger rast nehatine kirin. Guhdarîkirin bi qismî berê wê dane maneyên din û hatin wergerandin.’’Şandeya dadgehê bi sedema ku ev wergera ku ji alî wergêrê polîsan ve hatî kirin ne li gorî standarta kalîteyê ye, biryar li ser da ku guhdarîkirinên telefonê ji nû ve bêne wergerandin.’’

Li ser pirsa me ya bi rengê gelo ev wergera şaş bi zanebûn hatiye kirin an ji ber kêmasiya wergêr e, Ulrîch von Klînggraff wiha got: ‘’Hevpîşeyê min û min jî bi rengekî aşkere got, wergêr ev peywira xwe bi rengekî bêalî nekiriye, bi rengekî aşkere xwe weke parçeyek ji teşkîlata polîsan dîtiye, bi rengekî meyldar werger kiriye û ev wergerên wiha ne ku her carê destekê didin hîpotezên polîsan.’’

129/b divê were rakirin

Li Elmanyayê gelek aktivîstên Kurd bi çarçoweya xala 129/b’yê ya Qanûna Cezayê ya Elman bi îdîaya ‘’endamtiya rêxistina terorê’’ têne darizandin û girtin. Ulrîch von Klînggraff destnîşan dike xala 129/b’yê xaleke wiha ye ku nirxên dewleta hiqûqê binpê dike û got,’’Ji mêj ve ye em hevdîtinan dikin bi mebesta ku ev xal bi rengekî bêalternatîf ango bêyî ku li şûna wê tiştek were danîn, bi temamî ji holê were rakirin.’’

Berhema siyaseta Elman

Parêzer Ulrîch von Klînggraff anî zimên, ‘’Pirseke dî ya vê ji vê dozê ew e ku siyaseta roja me dozên wiha dixwaze’’ û domand: ‘’Ev dozên ne rasterast in ku bi fermana siyasetê hatine vekirin. Tenê dozên wiha ne ku di encama ‘’Rayeya lêpirsînê-Verfolgungsermachtîgung’’ê de ku Wezareta Dadê danîne, dikarin bêne rêvebirin. Ango di rêvebirin û rêvenebirina dozekê de siyaset karîger e. Ev dozên wiha li gorî me bi armanckirina cezayên girtîgehê yên ne xwedî derfetê serbestiya kontrolkirî û bi rengekî kelevajî cezayên giran têne dayin, têne rêvebirin. Dozên wiha hê jî halê hazir bi navê ‘’dozên terorîzmê’’ têne rêvebirin û deqandin. Ji alî me ve, kar û xebatên ku mijara naveroka dozê ne, bi ti rengî ti têkiliya xwe bi terorîzmê re nînin. Ji ber ku xebatên ku bûne mijara dozê xebatên rastî yên demokratîk in. Dadgeh jî bi rengekî tevlîhev, bi ewraqên ku ji derî welêt bi dest ketine û bi gelek guhdarîkirinên telefonan têne rêvebirin. Ev naverok jî dema dozê tevlîhev dikin û dirêj dikin.’’

Ti têkiliya xwe bi terorîzmê re nîne

Ulrîch von Klîngraff got weke miwekilê wî Mehmet Çakas gotî pênasekirina bi ‘terorîzm’ê ya dozên wiha siyasî ‘’mirovan kêm dikin û rûmetşikên in’’ û wiha domand: ‘’Têgeha terorîzmê têgeheke reşkirinê ye. Bikaranîna têgehên wiha tê maneya ku mirov bi hovan re, bi sûcdarên Îslamiyên radîkal re têkeve eynî kirasî. Di vê doza me de, ji alî naveroka xwe ve ti têkiliya xebat û mijarên ku me dîtiye bi terorîzmê re nîne. Hîmê vê dozê ji wan ji organîzkirina meşan û lihevanîna aliyên pevçûyî pêk tê.  Ango asta mijara dozê ku bi salan e li Dadgeha Celleyê tê rêvebirin û nîqaşkirin bi ti rengî bi terorîzmê re wekhev nikare were dîtin. Bikaranîna vê têgehê krîmînalîzasyoneke giran e.’’

Her ku diçe dikeve halekî kelevajî

Ulrîch von Klînggraff bi bîr xist ku wan li dadgehê jî aniye ser zimên ev doz her ku diçe dikeve halekî kelevajî û betalkirina dozê xwestine: ‘’Dadgehê jî bi gotina,’’Taloke heye ku Rêzdar Çakas bireve’’ û ev serlêdana me red kir. Lê dema ku mirov van sûcdariyên ku bi rastî jî ne giran in bîne ber çavan û li gel ku ev demeke dirêj e miwekîlê me girtiye jî, helwest û tevgerên wî binirxîne, ev biryara ku hatiye dayin nefêhmbar e. Lê mixabin em ji dozên darazê ku li bara Kurdan rê ve dibin, bi vê helwestê dizanin.’’

Şertên Erdogan bi cih tîne

Parêzer Ulrîch von Klînggraff destnîşan kir ku ev doz dozeke siyasî ye, weke dozên din ên 129/b’yê bi armanca jesteke ji bo Tirkiyê hatine vekirin û wiha got: ‘’Ev hal bi çarçowey axala 129/b’yê, pirsa, ‘’Şervanê azadiyê kî ye û terorîst kî ye’’ tîne rojevê. Hikûmeta Federal a Elmanyayê, bi deqkirina Kurdan a bi rengê ‘’terorîst’’iyê jestekê li Tirkiyê dike, hevkariya xwe ya siyasî ya bi Tirkiyê re naxe talokeyê û şertên ku dîktator Erdogan danîne bi cih tîne.’’

Destek û piştevanî zehf girîng e

Klînggraff anî zimên miwekîlê wan Mehmet Çakas kesayeteke pir xurt e û barê dozê bi rengekî wêrek hildigire, bal bire ser giringiya bernameyên ji bo piştevanya Çakas û got, ‘’Pir girîng e ku dozên wiha ji alî raya giştî ve ji nêz ve bêne şopandin, torên piştevaniyê û destekê bêne danîn. Encex bi vî rengî mirov dikare guherîneke siyasî ya bi domdirejî bi ser bixe û pêşî li dozên hevşib ên ji xala 129/b’yê bigire. Miwekîlê min vê piştevaniyê bi rengekî aşkere hîs dike.’’

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.