‘Hesabê Min’ dizî ye

Şemî 6 Nîsan 2024 - 00:19

Mesrûr Barzanî, projeyek taybet li ser karmendên Herêma Kurdistanê bi navê “Hesabê min” ferz kiriye û wan neçar dike ku xwe ji bo kartên bankî tomar bikin. Lê belê, piraniya karmendan ji vê projeyê bawer nakin û di wê baweriyê de ne ku ev proje ji bo desteserkirina mûçeyên wane. Di vê derbarê de beşek ji karmendên bajarê Silêmaniyê axivîn û ragihandin ku baweriya wan bi projeya “Hesaba Min” nayê.

Dilawer Elî mamoste ye û derbarê projeya dizîna pereyê karmendan a bi navê “Hesaba Min” wiha got:“Em projeya ‘Hesaba Min’ red bikin. Ji ber ku ew hikûmetek wisa ye ku sala 2015 çar mûçeyên me dizîne. Komek diz û talanker ev deh sal in zilmê li karmend û mûçeyên vê herêmê dikin. Ew komeke mafya ne ku jiyana mirovan desteser kirine. Hikûmeta Iraqê mûçeyan dişîne, ya Herêma Kurdistanê dest daniye ser van mûçeyan. Em projeya ‘Hesaba Min’ wek xefikekê dibînin ku careke din dest danin ser jiyana malbat û zarokên me. Em dixwazin bi rêya Banka Navendî ya Iraqê ve mûçeyên me bên dayîn.”

Bi projeyê wê hertiştî bidizin

Mamoste Nihawend Heme Husên jî got:“Projeya ‘Hesaba Min’ tê wateya hesabê dizê. Eger mûçeyên me biçe cem hikûmeta Bexdayê, wê gendelî, dizî û dahatên veşartî ji holê rabin. Desthilatdar hemû diz û fesad in, dixwazin bi rêya vê projeyê gendeliya xwe veşêrin, mûçeyên me bibirrin û her tiştî bidizin. Ev projeya ‘Hesaba Min’ tenê partiyek nanpêjxane xistiye bin kontrola xwe, her gendeliyek bê kirin pişka mezin ya wan e.”

Jina xanenişînbûyî Fatma Resûl jî diyar kir ku baweriya wan qet bi Hikûmeta Herêmê nemaye û got:“Ev şeş mehin ku min mûçeyê xwe wernegirtiye. Min tene 200 hezar dînar wergirtiye û min ew jî hemû daye deynan. Ez xwediyê kêmendamekê me û min bi xwe jî nexweşiyek kronîk heye. Min îmze kiriye ku emê bi her awayî ‘Projeya Hesaba Min’ red bikin. Em naxwazin li ser vê hikûmeta Herêma Kurdistanê bin. Rayedarên diziyê yên fermî hemû bi hev re jiyana mirovan xirab û wêran kirine.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.