Rewşa Hatîce Yildiz giran bû

Şemî 6 Nîsan 2024 - 00:25

Diyar bû rewşa tenduristiyê ya girtiya nexweş Hatîce Yildiz a 75 salî ku bi sedyeyê ji mala wê birin, kirin nezaretê û piştre hatî girtin li girtîgehê gelek caran ji hişê diçe û rewşa wê giran e.

Hatîce Yildiz a 75 salî bi hinceta ku pere ji keça xwe û hevala wê ya qawîşê re şandiye hatibû girtin. Diyar bû ku rewşa Yildiz li girtîgehê giran bûye.

Kurê Hatîce Yildiz, Alper Yildiz got ku di 2’yê Nîsanê de dema çûye hevdîtina dayika xwe dîtiye ku dayika wî gelek westiyayî xuya dike, binçavên wê reş û şîn bûbûn, dema diaxivî dengê wê dilerizî û di bêhngirtinê de zehmetiyan dikişand.

Nikarê girtî bimîne

Alper Yildiz, hûrgûliyên hevdîtînê bi van gotinan parve kir: “Rewşa dayika min xerab bû. Jixwe tansiyona wê zêde ye. Ji ber vê yekê dema li malê bû jî gelek caran ji ser hişê xwe diçû. Li girtîgehê jî gelek caran ji ser hişê xwe çûye. Ji ber ku dema li cihekî girtî dimîne bêhna wê digre û nikare baş bêhna xwe bide bistîne. Pirsgirêkên wê yên tenduristiyê yên giran hene. Nikare bi vî halê xwe di girtîgehê de bimîne.”

Pereyên girtîgehê di kontrolê de ne

Endamê ÇHD'ê (Komeleya Hiqûqnasên Hevçax) Guçlû Sevîmlî li ser girtina Yildiz helwest nîşan da û  girtina ji ber pereyên ji girtîgehê re tên şandin wekî "derî aqilan" nirxand. Sevimlî got: "Qanûna derbarê Pêşîgirtina Fînasmana Terorîzmê, têkildarî 'fînansmana rêxistinê ya navneteweyî' ye, lê pereyên ji girtîgehan re tên şandin hemû di bin kontrola dewletê de ne."  

Sevîmlî anî ziman ku ji ber ku Yildiz nexweş e û şert û mercên "Qanûna Pêşîgirtina Fînansekirina Terororîzmê" pêk nehatine, du aliyên bêhiqûqî yên vê dozê hene û got ku di şert û mercên bi vî rengî de darizandin nayê kirin. Sevîmlî destnîşan kir ku ev qanûn ji bo Yildizê nabe cihê tawanbariyê û got ku ev qanûn ji bo kesên pereyan dişînin girtîgehê ne derbasdar e. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.