Li Berlînê pîrozbahiya 4’ê Nîsanê
În 5 Nîsan 2024 - 00:28
Li paytexta Elmanya Berlînê û li bajarê Hambûrgê ji bo bûna Rêber Abdullah Ocalan çalakî hatin lidarxistin.
Gemînsam Kampfen, Ciwanên Enternasyonal, KJAR, Meclîsa Jinên Êzidî ya Berlînê, Meclîsa Jinê ya DestDan li hev kom bûn û hin beşên ji pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwendin û nîqaş kirin.
Piştre jî li nava bajarê Berlînê li xeta metroyê bi stranan beşên ji fikrê Modernîteya Demokratîk ê Rêber Abdullah Ocalan bi zimanên Elmanî, Spanî, Farsî, Kurdî û Tirkî xwendin.
Çalakiyê saet di 12:00 de li Navenda Civaka DemokratÎk a Kurd a li Berlînê bi çandina daran, çalakiyên zarokan û stranan dewam kir.
Piştre jî Galaya rêzeromana 'Azadî wê bi ser bikeve' hate kirin.
Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê bi boneya 75’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şitil hatin danîn. Meclîsa Jinê ya Hambûrgê, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Hambûrgê tevlî bernameya şitil danînê bûn.
Li vir li ser navê Meclîsa Jinê ya Rojbûn a Hambûrgê Zîlan Wan axivî. Wan anî ziman ku jidayikbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mizgîniya vejîna tevahiya gelê me ye û got: “Rojbûna Rêber Apo vejîna gelê Kurd e.”
Sibê jî wê ji aliyê DKTM-Hambûrgê ve bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek bê lidarxistin û ji Îmraliyê re qert bên şandin.
ANF