Kurdistaniyên Ewropa rojbûn pîroz kirin

Şemî 6 Nîsan 2024 - 00:58

Li gelek navendên Ewropayê 4'ê Nîsanê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan bi çalakiyan hat pîrozkirin.

Li gelek navendên welatên Ewropayê rojbûna Rêber Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiyan hat pîrozkirin.

Duîsbûrg

75’emîn rojbûna Rêber Abdullah Ocalan li bajarê  Dûîsbûrg ê Elmanyayê bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Şehîd Asya Yuksel û DKTM’ê ya Dûîsbûrgê bi çalakiyekê hat pîrozkirin.

Jin, zarok û bi dehan welatparêz beşdarî pîrozbahiya ku saet di 16:00 de li salona Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Dûîsbûrgê hat lidarxistin bûn.

GÎESSEN

Li Gîessenê bi organîzasyona Meclîsa Jinê li baxçeyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk dar hatin çandin. Di çalakiyê de ji bo şandina Îmraliyê gelek qert hatin amadekirin.

Çalakiya ku gelek kes lê amade bûn bi berzkirina dirûşma “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

Hannover

Li bajarê Hannover ê Elmanyayê bi wesîleya rojbûna Rêber Abdullah Ocalan bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Ronahî şahiyek hate lidarxistin. Pîrozbahiyê bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşê destpê kir.

Essen

4'ê Nîsanê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan li bajarê Essen ê Elmanyayê ji aliyê Meclîsa Gel KOMAV'ê ve bi çalakiyekê hat pîrozkirin. Kurdistaniyan eleqeyek mezin nîşanî çalakiya li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li dar xist, da. Salona ku çalakî lê hat lidarxistin bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xemilandin.

Bonn

Bi çarçoveya pîrozbahiya rojbûna Rêber Abdullah Ocalan de li bajarê Bonn ê Elmanyayê çalakiya çandina şitilan hat lidarxistin.

PARÎS

Li Parîsê sazî, rêxistin û esnaf hatin ziyaretkirin û pirtûkên Abdullah Ocalan hatin diyarîkirin.

Li paytexta Fransa Parîsê ji aliyê Navenda Gel a Demokratîk Ahmet Kaya ve serdana esnafan hat kirin. Heyeta ku di nav de Hevserokê CDK-F Şahîn Polat jî hebû, li Parîsê gelek esnaf û sazî ziyaret kirin.

Saarbrûcken

Li Saarbruckenê jî rojbûna Rêber Abdullah Ocalan hat pîrozkirin.

Hollanda

Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan li Navendên Civaka Kurd a Demokratîk ên li bajarê Arnhem, Den Haag, Amsterdam û Rotterdamê bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd ên Hollandayê hat pîrozkirin. 

Dusseldorf

75’emîn Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan bi pêşengiya Tevgera Jinan li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê bi çalakiyekê hat pîrozkirin. Salona ku çalakî lê hat lidarxistin bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xemilandin.

WÛPPERTAL

Li bajarê Wuppertalê, bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Viyan bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwarina fitarê hat dayîn.

ST GALLEN

Rojbûna Rêber Ocalan ji aliyê Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk ve li bajarê St.Gallen ê Swîsreyê hat pîrozkirin.

Çalakiya ku jin, zarok û gelek welatparêz beşdar bûn saet di 18:00 de li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a St. dest pê kir. Di axaftinan de serketina hilbijartinê ya DEM partiyê û rojbûna Abdullah Ocalan bi hev re hatin pîrozkirin.

Hamburg

Her wiha li Hambûrgê jî Kurdistaniyên ku hatin cem hev bi coşiyekê rojbûna Rêber Ocalan pîroz kirin.

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.