Li Frankfurtê Newroz pîroz bû

Duşem 25 Adar 2024 - 01:45

  • Newroza bi heybet a li Frankfûrtê tevî baranê jî bi coş hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de careke din hate destnîşankirin ku Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê û Rêber Abdullah Ocalan îradeya gelê Kurd e.

Newroza navendî ya li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê hate pîrozkirin. Newrozê li gorî ruhê demê rojeveke guncaw afirand û li qadên berxwedanê ev peyam da:"Di Newroza 2024'an de careke din xwedî li daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan û statuya Kurdistanê hate derketin. Di cejna Newrozê de daxwaza bi milyonan mirovî li Rojava, Amed, Wan, Rojhilat, metropolên Tirkiyeyê û li gelek navendên Ewropayê bi girseyî hatin bilêvkirin.

Di hemû pîrozbahiyan de daxwaza esasî şênber bû: Azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û statuya Kurdistanê.

Pîrozbahiya Newrozê ya li Elmanyayê ku weke fînalê bi coş, heybet û kelecan hate pîrozkirin, biryardariya Kurdan a ji bo têkoşînê careke din nîşan da.

Newroza 2024'an bû piştgiriyek ji bo bi hezaran girtiyên Kurd ên ku bi mehan e li ber xwe didin. Girseya li Elmanyayê li hev kom bûn, xwedî li îrade û biryardariya li pîrozbahiyên li Kurdistanê derketin.

Di pîrozbahiya Newrozê de hem peyamên polîtîk ên girseyê, hem jî helwesta ku nîşan da, biryardariya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bû.

Performansa gerîla ya li qada şer, bi coş û moraleke mezin bandor li qadên Newrozê kir."

ANF/FRANKFÛRT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.