Deqa terorê rêbaza veşartina qirkirinê ye
Pêncşem 14 Adar 2024 - 00:06
- Siyasetmedarê Kurd Mehmet Çakas ê ku li Hannoverê girtî ye, sûcdarkirina bi ‘teror’ê’ weke ‘’deqkirineke kêrhatî ’’ pênase dike û dibêje,’’ Sûcdarkirina bi ‘teror’ê weke rêbaza veşartin, şofandin û rewakirina qirkirinê dibînim. Ji ber vê, li dijî sûcdarkirina bi terorê, parastina herî baş ew e ku mirov qirkirinê teşhîr bike.’’
REWŞAN DENIZ / HANNOVER
Siyasetmedarê Kurd Mehmet Çakas ku serlêdana îltîcaya wî ya li Elmanya nehatî qebûlkirin û bi vê sedemê li Italyayê serlêdana îltîcayê kirî bi îdîaya ku li herêma Bremen-Hannoverê bi navê PKK’ê xebat kirine, li ser daxwaza Elmanyayê Kanûna 2022’an hatibû girtin. Çakas ê ku Adarê îadeyî Elmanyayê kirin, li Girtîgeha Hannoverê tê girtin.
Çakas têkilî nêzîkatiya dewleta Elman a li bara Tevgera Azadîxwaz a Kurd û dostên enternasyonal ên Kurdan ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivî.
Axaftina bi Kurdî qedexe ye
Çakas ê ku li koxuşeke 30 kesî dimîne û mehê tenê 4 saetan malbatê dibîne têkilî atmosfera hevdîtinê balê dibe ser nêzîkatiya li Kurdî û van agahiyan dide: ‘’Hevdîtin bi nezareta polîsan û wergêran dibe. Wergêr piranî li gel ku bi Kurdî dizanin jî destûr nîne ku ji bilî Elmanî û Tirkî bi zimanekî dî were axaftin. Ango bi rengekî fiîlî Kurdî qedexe ye. Ev rewş bi hinceta guherîna wergêran û hemû bi Kirmanckî (Zazakî) û Kurmancî nizanin tê gotin. Ango bi sedemên teknîk ve tê girêdan lê dawiya dawî Kurdî qedexe ye.’’
Desteka Elman a li Tirkiyê
Çakas li ser pirsa bê ka ‘’dewleta Elman bi vê dozê dixwaze çi peyamê bide?’’ diyar dike dozên bi vî rengî ‘’terisîna dijberiya Kurdan’’ e, bi bîr dixe dewletên Ewropî li ser hîmê ‘’hiqûqa dewletan’’ li dor berjewendiya xwe helwestekê diyar dikin, dewleta Elman jî ji roja roj de li bara Tirkiyê û Kurdan xwedî helwesteke cihê ye û desteka Elman a li Tirkiyê wiha tîne ser zimên: ‘’Di avabûna netewebûna çêkirî a Tirk de destekên pirhêlî yên dewleta Elman hene. Di vê rêyê de ji sala 1915’an û wir ve hemû qirkirin û muhendîstiyên civakî ji hêla dewleta Elman ve hatine pejirandin û destekkirin.’’
Bi ‘teror’ê Kurd kirin hedef
Çakas her wiha dibêje,’’Rabûna nedihate payin a Tevgera Azadiya Kurd û karîgerbûna wê ya nedihate payin’’ ji alî dewleta Elman ve bi rengekî negatîf hatiye dîtin, ji ber van sedemên dîrokî hê salên 80’yî dewleta Elman li bara Tevgera Azaiya Kurd bûye xwedî helwsteke tund û bi deqkirina ‘’terorê’’ ew kiriye hedef.
Elmanya li dijî Kurdan kîn zêde kiriye
Çakas wiha didomîne: ‘’Xasma jî helwesta serbixwe ya Rêberê Gelê Kurd Rêzdar Ocalan, piştî ku bi teoriya Neteweya Demokratîk anî asta teorîk ku tesîreke şoreşa zehnî kir û ev nerîna alternatîf ji alî gelê Kurd ve hate qebûlkirin, bû sedem ku aqilê dewleta Elman li vê biponije û bibe xwedî helwest.’’
Çakas helwesta Elman a salên 90’î û ya niha dide ber hev, dibêje, ‘‘Dewleta Elman li bara me Kurdan gelekî hêrs û kîn kiriye ser hev’’ û didomîne: ‘’Bi gotineke dî, dewleta Elman eynî weke dewleta Tirk meseleya xwe ya Kurd bi temamî li ser asta krîmînal daniye, hewaleyî yekîneyên ewlehiyê û dadgehan kiriye.’’
Armanc tenêhiştina Kurdan e
Têkilî armanca siyaseta Elmanya ya li bara dostên enternasyonal ên Kurdan jî Çakas dibêje, ‘’Tenê hiştin û marjînalkirina Kurdan e. Ev her wiha li gorî stratejiya îzolasyonê ya siyaseta înkar û îmhayê ya dewleta Tirk hate rêvebirin û tê rêvebirin. ‘’
Piştevanî zêdetir dibe
Çakas bi van gotinan dibêje ku ti bandora siyaseta Elman a li dijî dostên Kurdan nîne:’’Ji piştevanî û destekên dostên me yên enternasyonal ên Elman ku di vê pêvajoya girtinê de min dîtî, li gel hemû zextan jî piştevanî û hevparbûn nikare were astengkirin, berevajî wê zêdetir bibe. Bi vê wesîleyê, bi rêya we dixwazim hemû dostên me yên ku piştevanî û destekên xwe ji me kêm nekirin slav û hurmetên xwe bişînim.’’
Ceza çi jî be em ê nirxên xwe biparêzin
Çakas bi domdarî wiha dibêje:’’Ceza çi dibe bila bibe, berdêla xwe çi dibe bila bibe mirov li zimanê xwe, çanda xwe, nirxên xwe xwedî derkeve, wan biparêze, dersan jê derxîne û têkoşîna xwe ya demokratîk geş bike. Li gorî cezayê giran ku li welêt, li Tirkiyê didin cezayê ku li vir bidin me ceza jî nayê hesêbê. Ez têkoşîna xwe ya hiqûqî didim, guhê min ne li ser wî cezayî ye ku bidin min. Bala min li ser teror û qirkeriya dewletê ye ku li ser gelê me tê kirin.’’
Kurdên birûmet bi ‘terorê’ reş dikin
Çakas bi berdewamî tîne ser zimên ew di pêvajoya dozê de herî zêde ew li ser deqkirina ‘’teror’ê ya li ser Kurdan sekiniye û û dibêje,’’Îdîa dikin ku ew hemû Kurdan weke terorîst nabînin lê li kûderê Kurdek hebe ku li ziman, nasname, rûmet û nirxên netewî xwedî derdikeve, ew weke ‘terorîst’tê ragihandin. Di halekî wiha de, ji min re zêde ne girîng e ku ‘terorîst’ bibêjin an na. Di halekî wiha de ku ji hemû Kurdên birûmet re ‘terorîst’ tê gotin, ku ez bi terorîstî neyêm hesibandin, ev dibe weke şikandina rûmetê.’’
Bi deqa ‘teror’ê qirkirin tê meşrûkirin
Siyasetmedarê Kurd Mehmet Çakas herî dawî deqa ‘terorîst’iyê weke,’’deqeke kêrhatî’’ pênase dike, dibêje,’’Bi terorîstî hesibandina berxwedêrên dijî qirkirinê bi armanca veşartinê qirkirinê ye’’ û wiha didomîne: ‘’Ji ber vê, ez sûcdarkirina bi ‘teror’ê weke rêbaza veşartin, şofandin û rewakirina qirkirinê dibînim. Ji ber ve bi min, li dijî deqkirin û sûcdarkirina bi terorê, parastina herî baş ew e ku mirov qirkirina pirhêlî ku terora rastî ye, teşhîr bike.’’