Girtî ji pirtûka wî diparêzin

Pêncşem 11 Nîsan 2024 - 00:45

HÎVDA ÇELEBÎ / MA / ENQERE

Pirtûka girtî Resûl Kocaturk ku li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê tê ragirtin a “Li Tîmarxaneyê 22 Roj - Girtiyên Nexweş ên Çarmixkirî” bi hinceta “fikaredar e” nedan wî. 

Girtî Resûl Kocaturk 28 sal in girtî ye û di lîsteya girtiyên nexweş ên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digire. Kocaturk li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê tê ragirtin û pirtûka wî bi xwe nivîsandiye nedanê. Kocaturk, di nameya xwe de ku ji rojnameger û nivîskar Huseyîn Aykol re şandî ye, ev rewş vegot.  

Kocaturk, da zanîn ku rêveberiya girtîgehê dest daniye ser pirtûka wî ya “Li Tîmarxaneyê 22 Roj - Girtiyên Nexweş ên Çarmixkirî” û nedaye wî.  

Kocaturk di nameya xwe de wiha got: “Ez 22 rojan li ‘nexweşxaneya’ Stenbol-Bakirkoyê hatim ragirtin û têkildarî sepan û tiştên li vir min şahidiya wan kiriye pirtûka ‘Li Tîmarxaneyê 22 Roj - Girtiyên Nexweş ên Çarmixkirî’ nivîsand. Çapa yekemîn a pirtûkê di çileya 2024’an de derket û rêveberiya Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê dest danî ser. Pirtûka min a ku bi hinceta ‘fikaredar e’ hatiye desteserkirin, ji sala 2021’an heta çileya 2024’an ku çapa yekemîn hate kirin, herî kêm şeş caran ji hêla Komîsyona Xwendina Nameyan a Girtîgeha Tîpa F’yê ve hate xwendin û her carê jî mohra ‘hatiye dîtin’ li ser rûpelên wê hate xistin. Bi vê yekê re hate pejirandin.” 

Dest danîn ser 

Kocaturk, diyar kir  çapa provayê ya ji hêla weşanxaneyê ve hatiye şandin jî ji venêrîna “Yekîneya Perwerdeyê ya Girtîgehê” derbas bûye û mohra “Hatiye xwendin” lê hatiye xistin. Kocaturk, wiha domand: “Gelek caran venêrîna wê hate kirin û tu pirsgirêk nehatin dîtin. Lê niha ji hêla Lijneya Perwerdeyê ku ji rêveber û memûrên cuda yên girtîgheê pêk tê ve weke ‘fikaredar’ tê dîtin û hate desteserkirin.” 

Pêkenokî û derhiqûqî ye

Kocaturk, têkildarî sedema nedayîna pirtûkê jî ev agahî da: “Esasa hinceta desteserkirinê ‘Xwegihandina armanca başkirina girtî zehmet dike.’ Wida xuya dike ku ‘aqilê jor’ dibêje heke ez pirtûka min bi xwe nivîsandî bixwînim wê serê min tevlihev bibe û wê min ji min biparêzin. Mînaka biryareke wiha tune ye. Tam min ê bigota mîna çîrokên Azîz Nesîn e lê îxtîmaleke mezin wî jî wê bigota ‘ya ewqas jî nabe’ û wê şaş mabûya. Ji her alî ve tiştekî pêkenok û derhiqûqî ye. Em di bin zexta rêveberiyekê de ne ku mafên girtiyan binpê dikin. Mixabin min hêj berga pirtûka xwe ya ewil jî nedîtiye.” 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.