Hewldana yekrêziya Kurd
În 12 Nîsan 2024 - 00:15
Partiyên Kurd ên li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, ji bo ku di çareseriya pirsgirêka Kurd û ya Suriyeyê de nêrîneke yekpare ya siyasî derxînin holê û pêk bînin, rêzecivîn û hevdîtinan dikin. 24 partiyên siyasî bi erênî nêzî xebatê bûne û hevdîtinên xwe didomînin. Dema ku ber bi dawiya sala 2023’yan de nîqaşên nivîsandina Hevpeymana Civakî ya Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê hatin meşandin, partiyan jî lez dan xebatên xwe.
Wekî encamek van hewldanan di 29’ê Kanûna 2023’yan de reşnivîsa helwesta siyasî ya yekpare hat amadekirin. Reşnivîs destpêkê ji 9 xalan pêk dihat, lê piştî gotubêjan 5 xalên din li ser hatin zêdekirin û bûn 14 xal. Reşnivîs ji aliyê piraniya partiyên tevlî hevdîtinan bûne ve erênî hat dîtin. Tenê 4 partiyan li ser 3 xalan gumanên xwe anîn ziman, lê bi van partiyan re jî danûstendin berdewam dikin.
ENKS’ê red kir
Tişta balkêş ew e ku ENKS li her cihekî bi hêzên dagirker û çeteyan re rudine, lê hîn ji destpêka hevdîtinan ve red kir ku tevlî xebatên yekrêziya Kurdî bibe. Piştî lihevkirinan li ser reşnivîsê, heman nêrînên hevpar bi gel û rewşenbîran re jî hatin parvekirin. Bi vê mebestê ji destpêka meha Adarê ve dest bi pêkanîna civînan hat kirin. Civîna yekemîn û duyemîn li Qamişlo, hat çêkirin, pişte li Hesekê, Kobanê, Amûdê, Dêrik û Dirbêsiyê dom kirin.
Di civînên ku rûpsiyî, rewşenbîr û welatî tevlî bûn de reşnivîsa helwesta yekpare ya partiyên Kurd hat xwend û nirxandin li ser hatin kirin.
Wê konferans bê lidarxistin
Tê plankirin di dema pêş de konferansek bê lidarxistin. Di vê konferansê de wê nûnerên partiyan, rewşenbîr-nivîskar û pêşengên gel amade bin. Tê gotin ku hejmara beşdaran di navbera 150-200 kesan de be. Di konferansê de wê reşnivîs were nîqaşkirin û şeklê dawî bê dayîn. Eger reşnivîs bê erêkirin û lihevkirin çêbibe, wê bi daxuyaniyekê encam bi raya giştî re were parvekirin.
ANHA