15’ê Nîsanê em ê li Strasboûrgê bin

În 12 Nîsan 2024 - 00:48

  • Kurdistaniyên ku zêdetirî 3 sal in ji bo azadiya RêberêAbdullah Ocalan her hefte li ber NY’yê çalakiyan li dar dixin, banga:’’Em di navbera 15-19’ê Nîsanê de li ber CPT’ê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan biqîrin" li her kesî kirin.

Bi çarçoweya Pêngava Duyan a ‘’Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû’’ di navbeyna 15-19’ê Nîsanê de li ber CPT’yê wê çalakiya rûniştinê bibe. Sazî û dezgehên Kurd ên li Ewropayê bang dikin ku her kes tevlî çalakiya rûniştinê bibe.

Bi vê çarçoweyê çalakgerên Cinêvê jî banga tevlêbûna li çalakiya rûniştinê kirin ku wê li ber CPT’yê bibe.

Çalakiya rûniştinê ya ji 25’ê Çileya 2021’an ve her roja Çarşemê li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Abdullah Ocalan tê lidarxistin, dewam dike.

Çalakiya vê hefteyê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştre li ser navê komîteya çalakiyê Ramazan Baytar axaftinek kir.

Baytar got, "Tevî ku felsefeya azadiyê ya Rêber Abdullah Ocalan di gelan de hêviyê çêdike, hêzên navneteweyî yên ku vê felsefeyê ji bo xwe xeternak dibînin, li dijî tecrîda li ser Rêber Apo bêdeng in. Îro NY, CPT û saziyên mafên mirovan ji bo berjewendiyên dewletan tevdigerin.”

Ramazan Baytar da zanîn ku wê di navbera 15-19'ê Nîsanê de li Strasboûrgê di çarçoveya pêngava ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî çalakiya rûniştinê bê lidarxistin û banga tevlîbûnê kir.

ANF/CENEVRE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.