‘Hunermendê serbest’ hate kifşkirin!

Nûçeyên Çand/Huner

În 12 Nîsan 2024 - 00:26

Li galeriya “Pinakothek der Modern” ku Munîhê dimîne û yek ji galeriya herî mezin a Ewrûpa ye bûyereke ecêb qewimî. Xebatkarê serwîsa teknîkê yê muzeyê ku xwe weke “hunermendê serbest” pênase dike, bêyî xebera muzeyê li galeriyê berhemekî xwe nîşan da.

Piştî ku muze bi vê yekê hesiya xebatkar ji kar dûr xist. 

Xebatkarê ku temenê wî 51 sal e li ser dîwarê muzeyê du qulan vekir û berhemê xwe yê ku 60 x120 cm mezine li dîwar daleqand. Medyaya herêmî ya Munîhê da zanîn ku xebatkarê muzeyê ji bo ku hunera wî were kifşkirin tiştekî wiha kiriye.

Berdevkê muzeyê Tine Nehler jî got ku berhemê xebatkarê muzeyê demeke kin li ser dîwar maye û piştî ku berpirsyar ev tişt ferq kirine berhem anîne xwarê.

MUNÎH

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.