Banga Dayikan: Ji bo Ocalan rabin!

În 12 Nîsan 2024 - 00:56

RÛKIYE ADIGUZEL / MA / SÊRT

Dayikên Aştiyê yên Sêrtê ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan banga têkoşînê kirin, bal birin ser çalakiyên li girtîgehan û gotin ku bidawîbûna van çalakiyan bi azadiya Abdullah Ocalan pêkan e. Dayikên Aştiyê yên Sêrtê, ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan banga têkoşînê li her kesî kirin.  

Dayika Aştiyê Taybet Tekînê bi gotinên "Em dixwazin agahiyekê jê bigirin. Em dixwazin rewşa wî hîn bibin. Em nizanin bê çi anîne serê serokê me" fikara xwe anîn zimên. Yadê Taybetê xwest hemû girtî bên berdan û got, "Êdî bila zindan bên valakirin. Ev wê heya ku derê wiha bidome? 40 sal in em li dora van zindanan diçin û tên. Êdî bes e. Ne tenê li ser Abdullah Ocalan, li ser hemû girtiyan tecrîd heye.Em hemû di bin tecrîdê de ne." 

Aştî bi azadiya Serok e 

Dayika Aştiyê Kumrî Kaçarê jî anî ziman ku êdî ew dixwazin Abdullah Ocalan bibînin û got: "Serokê her gelî heye. Ê me jî heye. Çavên dinyayê li ser serokê me ye. Em dixwazin Abdullah Ocalan ji girtîgehê derkeve û girtî dest ji çalakiya xwe berdin. Em dixwazin Abdullah Ocalan azad bibe. Ez Dayika Aştiyê me. Heya Abdullah Ocalan ji girtîgehê dernekeve ez ê bitêkoşim. Ger ew derê wê aştî çêbibe." 

Bila her kes ji bo Ocalan rabe  

Dayika Aştiyê Emîne Polatê jî detsnîşan kir ku ew tim doza aştiyê dikin, lê ji ber vê jî tim rastî neheqiyê tên. Polatê bilêv kir ku ew xwedî li çalakiyên li girtîgehan dertên û got: "Heya ji destê me bê em ê li ber xwe bidin. Em dixwazin her kes ji bo Apo rabe ser pêyan." 

Bila kes nemire

Dayika Aştiyê Halîme Guçluyê jî got: "Bila parêzerên wî biçin cem wî. Mifte di destê wî de ye. Wê aştî bi saya wî bê. Ger ji zindanê derkeve, wê dinya xweş bibe. Êdî em naxwazin ne dayikên gerîlayan ne jî yên leşkeran bigirîn. Em dixwazin biçin cem serok. Bila biçin ku girtî nekevin greva birçîbûnê. Divê her kes ji bo wî bitêkoşe."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.