2 sal û 10 meh ceza dan Çakas

Pêncşem 11 Nîsan 2024 - 00:45

REWŞAN DENÎZ / CELLE

Derbarê doza siyasetmedarê Kurd Mehmet Çakas ku ji salekê zêdetir e li Elmanyayê di girtîgehê de ye, biryar hate dayîn. Dadgeha Bilind a Eyaleta Celle, ji bo Çakas ku ji madeya 129b ya Qanûna Cezayê Elman tê darizandin, 2 sal û 10 meh ceza hate dayîn. Li gorî biryarê Çakas wê 18 mehên din di girtîgehê de bimîne. Parêzer wê îtîrazê biryarê bikin.

Li doza ku doh li Dadgeha Bilind a Eyaleta Cellê pêk hat, Çalak, parêzerên xwe û malbata wî jî tevlî bûn. Salona dadgehê tije bû, çawa ku dadger ketine hundir, yekser biryar û hincet xwendin û doz bidawî kirin. Dadger bal bire ser parastina Çakas û diyar kir ku ew li pişt têkoşîna xwe ye û ev yek jî kir hinceta cezayê.

Ya tê darizandin gelê Kurd e

Biryar li pêş dadgehê, bi çalakiyeke ku gelek kes tevlîbûn, hate rûreş kirin. Di çalakiya ku polîtîkaya krîmînalîzayonê ya dewleta Elman a li dijî Kurdan pêk tîne hate protestokirin de pankarta bi nivîsa ‘Azadî ji Çakas re’ hate hilgirtin. Di daxuyaniya ku bi navê malbata Çakas hate kirin de hate gotin:’’Yê tê darizandin ne Mehmet Çakas, lê gelê Kurd e. Divê dest ji vê polîtîkaya dijminahiyê ya li dijî têkoşîna azadiyê ya Kurdan berdin.’’

16 meh in girtî ye

Mehmet Çakas yek ji 11 siyasetmedarên ku li Elmanyayê tê rehîn girtine ku ji ber xebatên xwe yên siyasî hatiye girtin. Çakasê ku bi ecêba 129b ya dewleta Elman re rû bi rû ma, li girtîgeha Hannoverê tê girtin. Piştî ku serlêdana wî ya îltîcayê ji aliyê Elmanyayê ve hate red kirin, serî li îltîcaya siyasî ya li Îtalyayê da, bi daxwaza dewleta Elman di Kanûna 2022’an de hate girtin. Piştre di Adara 2023’an de radestî Elmanyayê hate kirin û hate girtin. Çakas bi giştî ev 16 meh in di girtîgehê de ye.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.