Li başûr giyayên demsalê

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 11 Nîsan 2024 - 00:25

Bihare û baranên dijwar çiya bi hemû cûrên giya, kulîlkên nazik û bedew yên biharê xemilandine ku bazirgan ji bo xwarinên welatiyan jê dikin û tînin bazarê difiroşin. Ev giyayane daxwazeke zêde li ser heye lewma bazar bi van giyayên bi awayên cuda tên xwarin tejî bûye.Di vê demsalê de giyayên biharê yên wek rêvas, dore, kengir, mendok, tirşok, lûş, stirk, karî kuzêr û gelek giyayên din yên biharê çêdibin. Hinek kasibkar ji deverên cuda yên Herêma Kurdistanê ji bo komkirina van giyayan diçin çiya, çolistanê van giyayan kom dikin û piştre li bazarê difiroşin. Xelk ji bo xwarinên xwe bi coş diçin bazarê û van giyayan dikirin. Ev giyayane pir caran ji bo derman û nexweşiyên vîrûsî jî têne bikar anîn. Xelkê bajarokê Qeladizê behsa girîngiya giyayên ku dibêjin ji bo dermankirina gelek nexweşiyan tên bikaranîn. Ji bilî feydeyên xwe yên tenduristiyê di sifreya rojane ya xelkê de jî xwarineke xweşe. Giyayên biharê ji bo xelkê çavkaniya debara jiyanê ne jî.

ROJNEWS/QELADIZÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.