Dayîka xweragir: Uveyş

În 12 Nîsan 2024 - 00:13

Ji ser koça dawî ya dayika Uveyş 31 sal derbas bûn. Dayika Uveyş heta koça xwe ya dawiyê jî teslîmiyet qebûl nekir û têkoşîna jiyanê heta dawiyê da. Dayika berxwedêr Uveyş Ocalan di sala 1922'yan de li Gundê Amara yê girêdayî Xelfetî ya Rihayê ji dayik bûye. Di temenekî biçûk de bi kesekî ji gundê nêzî wan re tê zewicandin. Bi vê zewacê re jiyana wê ya dijwar dest pê dike. Ew dibe şahida kuştina jinek ji aliyê hevjînê xwe ve, vê yekê li dadgehê dibêje û dibe sedem ku ew kes ceza bigire. Dayika Uveyş di heman demê de jî li dijî zihniyeta baviksalar li berxwe dide. Ew kesê ku hevjînê wê ye, li girtîgehê qeyrana dil derbas dike û dimire. Keçek dayika Uveyş ji hevjînê wê yê yekem hebûye. Dayika Uveyş piştî mirina hevjînê xwe vedigere gel malbata xwe û paşê jî bi Omer Ocalan ê ji heman gundî re dizewice. Bi zewaca duyem re jî têkoşîn û berxwedana wê ya jiyanê dewam dike. Ji vê zewacê çar keç û sê kurên wê çêdibin. Uveyş Ocalan a bi kesayeta xwe ya berxwedêr tê nasîn di 4'ê Nîsana 1949'an de Rêber Abdullah Ocalan tîne dinê. Dayika Uveyş jî têkoşîna li dijî nexweşiyê dide. Ji ber nexweşiya şekir li Edeneyê tedawî dibîne. Di vê têkoşîna jiyanê de di dawiyê de lingekî wê tê jêkirin. Piştî tedawiya salekê di 11'ê Nîsana 1993'yan de ji ber qeyrana dil koça dawî dike. Canazeyê wê li gundê Amarayê yê ku gelekî jê hez dike tê veşartin.

Nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan  

Rêber Abdulah Ocalan derbarê dayîka xwe de van nirxandinan dike:"Jineke ku bi aliyên xwe yên erênî yan jî neyînî bandor li ser tevgera azadiya jinê jî çêkiriye, dayika min e. Li Kurdistanê rastîqîniyek din ku divê em li ser bisekinin jî rastiya dayikê ye. Dayiktî, piranî îfadeyek zayînê ye. Li cem me wateya herî hêsan a dayiktiyê wiha ye, ‘Tu yê gelek zarokan bîne dinê û nifşê xwe bidomînî.’ Ez ji destpêkê ve li dijî vê yekê derketim. Dikare bê gotin ku bersiva herî tund min bixwe daye dayika xwe. Wê wekî dayikakê hemû mafê xwe yê li malê disparte wê yekê ku ez anîme dinyayê. Min jî jê re digot, 'Tu vê mirîşk û çîçikên wê dibînî yan na? Mirîşk ji bo çêlika xwe çiqas dayik be, tu jî ji bo min ewqas dayîk î.' Ev şibandinek pir qebe bû, lê min ev kir. Ji wê jî zêdetir min gelek caran nêzîkahiyek di wateya wekî, "Li şûna ku zarokên te yên wiha hebin, bila qet nebin baştir e" nîşan dida. Zarok nikare wek xwesteka xwe bijî, dayik jî dixwaze bi zarokê xwe re hebûna xwe bidomîne. Ev nakokiyek e. Heqê dayiktiyê tenê bi têkoşînek bêhempa dikare bê dayîn. Ji bo dayikekê jî maf di esasê de wisa tê dayîn. Ji bo jinekê çawa eleqe dikare bê nîşandan? Me di rêbaza xwe ya şîroveya azadiya jinan de nîşan daye, ji bo dayikê jî bi vî awayî dikare bersiv bê dayîn. Hewce bi girtina diyariyên biçûk tune ye; şîrovekirina azadiya jinan li gorî min rêzdariya herî mezin a ji bo dayikê bê nîşandan e.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.