Tecrîd krîza siyasî tîne

În 12 Nîsan 2024 - 00:54

Serokê Şaxê Amedê yê ÎHD'ê Ercan Yilmaz, diyar kir sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê li Tirkiyeyê dibe sedema krîzê û got, "Ev krîz jî krîzeke siyasî ye." Yilmaz her wiha got Ocalan li derî hiqûqê tê hiştin.

Serokê Şaxê Amedê yê ÎHD'ê Ercan Yilmaz, bi bîr xist çalakiyên girtiyên PKK û PAJK'ê yên li girtîgehên Kurdistanê û Tirkiyeyê dane destpêkirin berdewam dikin û got ku armanca girtiyan rakirina sîstema tecrîdê ya Îmraliyê û pêkhatina sîstema hiqûqê ya asayî ye. 

Greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger a girtiyên PKK û PAJK'î yên li girtîgehên Tirkiyeyê ku di 27'ê Mijdarê de di çarçoveya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" de hatibû destpêkirin, di 4'ê Nîsanê de bi dawî bû, lê belê çalakiyên boykotkirina dadgehan, pêkneanîna hevdîtina bi malbat, parêzerên xwe û derneketina hevdîtina telefonan dewam dike.

Daxwaza girtiyan muzakere ye

Serokê Şaxê Amedê yê ÎHD'ê Ercan Yilmaz ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku girtî ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û pêvajoya muzakereyê destpê bike, di nava çalakiyan de ne û got, “Di greva birçîbûnê ya dorveger a 130 rojî de rêxistinên mafên mirovan, rêxistinên pîşeyî û baroyan hewl dan balê bikişînin ser vê mijarê..Nobeta Dadê ya malbatan hesasiyeteke gel ava kir. Di pêvajoya hilbijartinê yên li Tirkiyeyê de, hinek ev çalakî di bin siya hilbijartinê de ma."

Dewlet mafê gerdûnî binpê dike

Yilmaz, diyar kir sîstema tecrîdê ya bênavber ku 25 sal in li ser Rêber Abdullah Ocalan tê ferzkirin, ne li gorî hiqûqa navxweyî ya Tirkiyeyê û ne jî li gorî normên hiqûqî yên gerdûnî ye û got, "Ev 25 sal in ku Abdullah Ocalan radestî Tirkiyeyê hatiye kirin. Hema piştî dîlgirtina wî, ev sîstema tecrîdê xistin dewrê. Mafên Ocalan ên gerdûnî ji aliyê dewletê ve tên binpêkirin. Ji bo vê jî girtiyên ku ev 25 sal in di girtîgehên Tirkiyê de ne bi awayekî periyodîk li dijî vê helwest nîşan didin û çalakiyên wiha dikin. ‘’

Ocalan li derî hiqûqê tê hiştin

Yilmaz, da zanîn ku ev pêkanînên tecrîdê li Tirkiyeyê bûye sedema krîzê, diyar kirQanûna Înfazê ji bo girtî û hikumxwaran hin maf dane hene. Bêyî ferq û cudakarî divê ev maf ji bo hemû girtiyan wekhev bên sepandin lê Rêber Ocalan derî van mafên hiqûqî tê hiştin.

ANF/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.