Ocalan azadiya civakê ye

În 12 Nîsan 2024 - 00:55

  • Ji endamên Delegasyona Jinê yên ji bo şopandina hilbijartinê li Kurdistanê bûn Zelal Zaharija û Sosin Sonnenberg gotin: Ji bo daxwaza azadiya Abdullah Ocalan divê hêzên demokratîk bên gel hevdu.

Hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên di 31'ê Adarê de li Kurdistan û Tirkiyeyê hat lidarxistin di rayagiştî ya cîhanê de cihê xwe girt. Di hilbijartinan de DEM Parti serkeftineke mezin bi dest xist. Yek mijara din a hilbijartinê jî hilbijêrên sixte yên li Kurdistanê deng bi kar anîn e. Gelek binpêkirinên mafan di hilbijartinê de derketin pêş. Heyetên ji derveyî welêt hatin jî ev binpêkirin şopandin. Ji endamên Delegasyona Jinê yên ji bo şopandina hilbijartinê li Kurdistanê bûn Zelal Zaharija û Sosin Sonnenberg axivîn. 

Zextek li ser şaredariyan heye 

Sosinê da zanîn ew eleqeyeke mezin nîşanî çand û têkoşîna azadiya kurdan dide û got:"Em hem ji bo Newrozê hem ji bo hilbijartinên 31'ê Adarê hatin. Em çûn serdana gelek komeleyan. Me bi gelek siyasetmedarên DEM Partiyê re hevdîtin kirin. Em li ser rewşa gelê Kurd axivîn. Me dît ku Kurdistan çawa di bin zextên dewleta tirk de ye. Hem li dijî DEM Partiyê hem li dijî Kurdan êrişek heye. Bi taybet piştî 2015-2016'an zextek li ser şaredariyan heye. Lê belê me dît ku hem DEM Partî hem jî rêxistinên cuda hîn têkoşînê dikin. Me ji vê yekê îlham girt."

Divê em têkoşînê bidomînin

Sosinê anî ziman ku rihekî têkoşer ê Kurdan heye û got:"Gelek tiştên ez li Bakur bûm şahid bandor li min kir. AKP û Erdogan zextan li DEM Partiyê dike. Li ser gelê Kurd jî zext hene. Dîsa jî li dijî vê yekê têkoşîn didome. Têkoşînek ji bo Abdullah Ocalan heye û divê Abdullah Ocalan azad bibe. Di navbera Tirkiye û Elmayayê de têkiliyeke kevn heye. Ev têkilî xwe dispêre 100 salan. Elmanya çekan jî difroşe Tirkiyeyê. Erdogan berjewendiyên xwe diparêze. Divê gelê kurd vê yekê bizanibe ku dîrokeke wan a xurt a têkoşînê heye, bi hêz in. Ji bo Abdullah Ocalan divê em têkoşîna li Ewropayê bidomînin."

Ocalan civaka azad e 

Zelal Zaharija jî da zanîn tê xwestin Kurd bên krîmînalîzekirin û got:"Bi tayinkirina qeyûman re tê xwestin Kurd bên krîmînalîzekirin. Ji ber Abdullah Ocalan girtiye wiha dibe. Qedexe ye ku em li rayagiştî biaxivin. Piştî şerê 2015-2016'an bi polîtîkayên qeyûman erkdarên cemaweriyê hatin îxrackirin. Fikra wan a siyasî hat qedexekirin. Sepanên wiha yên îllegal hene. Em vana dibînin. Fîlozofê kurd Abdullah Ocalan ev 25 sal in di bin tecrîdê de ye. Azadiya Ocalan wê bibe sedema avakirina civakeke azad." Zelalê diyar kir ku AKP'ê hêza xwe winda kiriye û got:"Rêxistinbûyin gelekî girîng e. Gelê Kurd li dijî zextan li berxwe dide. Ji bo belavkirina tevgera kurd, ji bo têkoşîna kurdan li Ewropayê belav bibe, ji bo daxwaza azadiya Abdullah Ocalan divê hêzên demokratîk bên gel hevdu."

JINNEWS/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.