Li Curnê Reş dîsa qeyûm
Pêncşem 11 Nîsan 2024 - 00:49
Li Şaredariya Curnê Reş ku DEM Partî di hilbijartinan de bi ser ketibû, Qeymeqamê Hîlwanê Orhan Gazî Karakaş hate peywirdarkirin û hate ser şaredariyê.
Di hilbijartinên xwecihî de Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Şaredariya Curnê Reş a Rihayê bi dest xistibû, lê piştre biryar hat dayîn ku hilbijartin ji nû ve were kirin. Li Şaredariyê qeyûm hate tayînkirin.
AKP’iyan sindoq şewitandin û piştre îtîrazê hilbijartinê kirin. Ev îtîraz ji aliyê Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê ve hate qebûlkirin û biryar hat dayîn ku hilbijartin 2’yê Hezîranê jinûve were kirin.
Qeymeqamê Hîlwanê Orhan Gazî Karakaş bi pejirandina Walîtiya Rihayê bi şaredarî hate tayînkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN