Ew Rêberekî hêvîbexş e

Şemî 6 Nîsan 2024 - 00:22

Çavdêrên siyasî yên Silêmaniyê têkildarî rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hewldanên wî yên ji bo çareseriya pirsgirêkan axivîn. Çavdêrê Siyasî Nebez Xalid di destpêkê de rojbûna Rêber Apo pîroz kir û got:“Hizra Rêber Apo tenê bilind girtina kesayeta Serok Apo nîne. Jiyan xwazî û beşeke mezine ji kirdeya siyasî ku niha li Başûrê Kurdistanê pêwîstiya me pê heye. Ji destpêka salên 1960’an ve bi navê Celalî û Melayî van hêzan li Başûr wisan kirine ku hîn zêdetir pêwîstiya me bi şîrovekirina fikir û nêrîna şoreşgerî ya Abdullah Ocalan hebe.”

Çavdêrê Siyasî Newroz Fazil jî got:“Rêber Ocalan afirînerê paradîgmayeke ku tevahiya civaka mirovahiyê veguherandiye rêyeke ku divê çand û nasnameya xwe ji nû ve îfade bike, bi taybetî ji bo gelê Kurd. Rêber Apo ji bo me gelek giring e, divê hemû Kurd rojbûna Rêber Apo pîroz bikin. Ji ber ku hebûneke ji bo azadî, demokrasî û yekîtiya gelan e û çiraya ronîkirina jiyana civaka mirovahiyê ye. Rêber Ocalan bi fikir û felsefeya xwe kariye bandorê li ser kesayeta Kurd, gelên herêmê bi Tirk, Ereb û Farisan jî bike. Da ku bikarin yekitî û yekrêz bin û di çarçoveya civaka demokratîk de bikarin bi azadî di nava çand, fikir û baweriya xwe de bijîn. Rêber Apo niha hêz dide civaka me da ku bikare li ser lingên xwe raweste. Tişta di hilbijartina li Bakurê Kurdistanê de hat dîtin peyamek gelek cidî bû ji bo faşîzma AKP-MHP’ê. Gelê Kurd peyama ew li ser lingê xwe ye, bersiva wê heye û rêberek xwe heye divê azad bibe, da.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.