Li Binxetê û Başûr û Bakur şahîneta 4’ê Nîsanê

Şemî 6 Nîsan 2024 - 00:53

  • Li gelek herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan bi rengê festîvalan hate pîrozkirin. Li gelek bajaran bi wesîleya rojbûna Ocalan şitlên daran hatin çandin. Di pîrozkirinê de ji Ocalan re azadî hate xwestin.

Bi çarçoveya çalakiyên ji bo rojbûna Rêber Abdullah Ocalan, li bajarên Hesekê, Qamişlo û Heleb, Dêrikê û navçeyên Tirbespî, Çilaxa û Til Birak şahî li dar ketin. Li kantona Minbicê jî şêniyan dar çandin.

Bi sedan xelkê Qamişlo li Parka Azadî roja rojbûna Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir.

Piştî pêşkêşkirina senvîzyona têkildarî nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan, endama Koordînasyona Kongra Star Gulîstan Gulo axivî û diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan bi fikra xwe li hemberî desthildaran derket, projeya wî ji bo gelan bû çareseriya pirsgirêkên wan û Şoreşa Rojava nimûneya projeya Rêber Abdullah Ocalan e.

Tirbêspiyê

Li Tirbespiyê şahî li Parka Rêber Abdullah Ocalan li dar ket û tê de pêkhateyên navçeyê yên Kurd, Ereb û Suryan beşdar bûn.

Di şahiyê de rêvebera Kongra Star Xaliye Ehmed rojbûna Rêber Abdullah Ocalan li gelên azadîxwaz pîroz kir û got: "Fikrê Rêber Ocalan civak rêxistin kir û li ser esasa wî berxwedana li hember zulm û koletiyê didome."

Hesekê

Bi sedan şêniyên bajêr li Parka Serdem ji bo pîrozkirina rojbûna Rêber Abdullah Ocalan kom bûn.

Di şahiyê de endamên saziyên sivîl û leşkerî, partiyên siyasî û rêxistinên jinan beşdar bûn.

Heleb

Şênî li pêşiya Çerxerêya Gulê Selmo ya rojavayê taxa Şêxmeqsûd kom bûn û ber bi Çerxerêya Rêber Abdullah Ocalan ve bi rê ketin. Li wir hevserokê Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Emîn Elîko berxwedana Rêber Abdullah Ocalan a li Îmraliyê silav kir û soza bilindkirina asta têkoşînê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan da.

Çilaxa

Pêkhateyên Çilaxa li pêşiya hola Roj a bakurê navçeyê kom bûn.

Hevseroka Şaredariya Gel Firyal Qesûm li ser rojbûna Rêber Abdullah Ocalan axivî û pîroz kir.

Til Birak

Qada Foca Şehîd Rêzan bi wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdan û pankart hatin daliqandin.

Di şahiyê de endama Kongra Star a Til Birakê Ezra Hisên rojbûna Rêber Abdullah Ocalan li tevahî gelên azadîxwaz pîroz kir û got: "Ev roj ne tenê rojbûna Rêbertî ye, rojbûna tevahî gelan e û xwedî wateyeke mezin e."

Minbic

Li Minbicê jî endamên Rêveberiya Xweser a kantonê, xet, meclisên sivîl, Nivîsgeha Koçberên Şehba û Efrînê, xelkê kantonê dar li Parka Yasmîn a li taxa Serb a li aliyê bakurê bajêr çandin.

Beşdaran bi dehan darên curbecur bi boneya 4ˊê Nîsan di ber stranan re çandin.

Dêrik

Li Dêrik jî bi heman boneyê li Parka Dicle şahiyek hat lidarxistin û di şahiyê de xelkê bajêr beşdar bû. Her wiha koman hunerên xwe pêşkêş kirin û beşdaran dîlan gerandin.

Amûdê

Kongra Star li navçeya Amûdê li hola Beylesan şahiyek li dar xist.

Di şahiyê de endama rêvebera Kongra Star Nûra Hisên axivî û got: "Rojbûna Rêbertî rojbûna mirovahî, azadî, demokrasî bi taybet rojbûna jinê ye. ‘’

Başûr

Ji Raperînê heta bi Binarê Qendîlê, Silêmanî, Kerkûk, Mexmûr û Germiyanê, li gelek deverên Başûr rojbûna Rêber Abdullah Ocalan hate pîrozkirin. Di pîrozkirinan de ji bo Rêber Ocalan azadî hate xwestin.

Mexmûr

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) 16’emîn Mihrîcana Çand û Werzîşî ya 4’ê Nîsanê ku her sal ji bo rojbûna Rêber Abdullah Ocalan tê lidarxistin bi pîrozbahiyek mezin bidawî bû. Pîrozbahî li Navenda Çand û Huner a Mexmûrê, bi tevlîbûna hezaran xwendevan û gelê wargehê, ji danê sibehê destpê kir û heta derengiya şevê berdewam kir.

Amed

Di şahiya serketina hilbijartinê ya DEM Partî ya Amedê de rojbûna Rêber Abdullah Ocalan hat pîrozkirin. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM PArtî) ya Amedê, li ber avahiya bajêr serketina di hilbijartinên 31'ê Adarê de pîroz kir. Di pîrozbahiyê de tim dirûşmeyên "Jin, jiyan, azadî", "Bijî Serok Apo" û "Bijî Berxwedana zindanan" hat berzkirin. Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Meclisa Dayikên Aştiyê, Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak û Dogan Hatûn, Hevberdevkê Kongreya Demokratîka  Gelan (HDK) Cengîz Çîçek û Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar jî tev li pîrozbahiyê bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.