Di tîma millî ya Elman de lîstikvanê Kurd

Şemî 16 Adar 2024 - 00:51

Lîstikvanê Elman yê gokê yê Kurdê Êzdî Deniz Undav di qadroya Tîma Millî ya Elman de ku duh hate aşkerekirin, cihê xwe grit. Deniz Undav beriya niha ji ber Kurdbûna xwe tîma millî ya Tirk red kiribû û vê biryara Undav derdorên nîjatperest û şowen ê Tirk hêrs kiribû. Tîma Millî ya Elman 23’yê Adarê Şemiyê wê bi Fransayê re û 26’ê Adarê re jî bi Hollandayê re di lîstika haziriyê de werin pêşberî hev. Lîstikvanê Elman ê Kurdê Êzdî cara pêşî ji tîma millî ya Elman dawet stand. 

Bûbû mijara meraqê bê ka Deniz Undav ku bi golên VFB Stûttgartê ku yek ji ekîba Elmanya Bundeslîga ye wê kîjan tîmê tercîh bike. Beriya niha jî di hin saziyên medyayê de hatibû diyarkirin tîma millî ya Tirk teklîf daye Undav. Deniz Undav sala 2022’an di hevdîtinekê de ya bi Hamît Altintop û Stefan Kuntz re gotibû,’’Ez Kurd im, naxwazim di Tîma Millî ya Tirk de bilîzim.’’

 

Deniz Undav kî ye?

19’ê Tîrmeha 1996’an li Achîmê ya Elmanyayê çêbû. Malbata wî ji Kurdên Êzîdî yê Wêranşara Rihayê ye. Bi TSV Achîmê dest bi lîstikê kir. Forveyê 25 salî ku formayên Werger Bremen, SC Wehye û TSV Havelse li xwe kirî, sala 2015’an bi TSV Havelse re hevpeyman girêda.

Piştre bi 25 golên ku di kuluba Belçîkayê Unîon SG’yê ya 33 lîstikan de avêtî bal kişand. Vê performanê ew bire kuluba Brighton & Hove Albionê yanî Lîga Preîmerê.  Tê diyarkirin ciwanê ku ji bo 1 salê serê sezonê bi 12 milyonî derbasî Stûttgarê bûyî, wê li Brîtanyayê venegere û opsiyona ekîba Elman a kirînê bi kar bîne.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.