Dayikên Dadê: Rabin ser piyan

Şemî 6 Nîsan 2024 - 00:56

Gireva birçîbûnê ya ji bo azadiya Ocalan di roja 130’yî ya çalakiyê de derbasî qonaxeke nû bû. Girtiyan ragihandin ku ew ê nema hevdîtinên bi malbatan, parêzeran re bikin û tevî danişîna dadgehan jî nebin. 

Xizmên girtiyan ên ku Nobeta Dadê digirin, diyar kirin ew destekê didin biryara girtiyan û banga xwedîderkertinê kirin.

Ji xizmên girtiyan Halîme Topuz anî ziman ew piştgiriyê didin têkoşîna mafdar a zarokên xwe û wiha domand: “Di serî de ez Rêber Apo û girtiyan silav dikim. Nahêlin Rêbertî bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike. Li zindanan bi hezaran girtî hene. Dewleta tirk ji bo girtiyan û serokê 40 milyon kurdan Abdullah Ocalan çavên xwe girtiye. Ev 37 meh in tecrîdeke giran li ser Rêbertiyê heye. Em jî 123 roj in li dijî vê rewşê di têkoşîna Nobeta Edaletê de ne. Ji 7 salî heta 70’ê salî divê her kes ne bi şer, li gorî qanûnan serî hilde. Divê her kes piştgiriyê bide vê têkoşîne.” 

Bila her kes rabe 

Ji xizmên girtiyan Afîfe Kartal jî got ku heta azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk tê dê têkoşîna xwe bidomînin. Kartal, daxuyand ku zarokên wan ji wan re gotine; “Heta Abdullah Ocalan bi parêzer û malbatên xwe re hevdîtinê dike ew jî wê bi me re hevdîtinan nekin.” Kartal, wiha domand: “Banga me ji bo hemû cîhanê ye; bila her kes rabe ser pêyan û tecrîda li ser Abdullah Ocalan were rakirin. 

Rabin ser piyan 

Rabîa Ataş banga berxwedanê kir û got,’’Divê em tecrîdê rakin û serî hildin û li kolanan li ber xwe bidin.’’ 

Ataş, anî ziman ku heke tiştek bi serê girtiyan were berpirsyarê vê dewlet e û axaftina xwe wiha qedand: “Divê Wezareta Dadê demildest gavan biavêje. Em naxwazin tenê rojekê bi Rêbertiya xwe re hevdîtinê bikin. Em dixwazin bikare mafên xwe yên hiqûqî bênavber bi kar bîne. Banga min li gelê Kurd ew e ku rabin ser pêyan. Em xwedî li zarokên xwe derkevin.”

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.