Frankurt wê bibêje: Azadiya te ya me ye

Sêşem 19 Adar 2024 - 00:43

  • Endamê Komîteya Amadekar a Newrozê ya Frankfûrtê Kerem Gok got ew ê di Newrozê de daxwaza azadiyê ji bo Rêber Ocalan bikin û got: Peyama ku di Newrozê de bê dayîn, hem wê ji polîtîkayên krîmînalîzyonê yên dewleta Elman hem jî ji polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk re bibe bersiv.

Li Elmanyayê şahiya Newroza îsal wê roja 23’yê Adarê li Rebstockparkê ya li Frankfûrtê were lidarxistin.

Endamê Komîteya Amadekar a Newrozê ya Frankfûrtê Kerem Gok anî ziman ku ew ê ji bo zêdebûna tevlîbûna ji Newrozê re xebatên xwe bidomînin û xwest ku her kes ji xeynî qada pratîkê li ser medyayên dîjîtal jî banga tevlîbûna Newrozê bikin.

Azadiya te azadiya me ye

Gok ragihand ku Newroza îsal wê ji yên din pir cudatir be û divê bi çarçoveya pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsa Kurd re çareserî’ were nirxandin û ev tişt bilêv kir: “Newroza îsal di çarçoveya vê kampanyayê de wê bibe merasîmeke ku têde daxwaza azadiya fîzkî ya Rêber Abdullah Ocalan bê kirin. Şahiya Newrozê îsal wê bi dirûşmeya ‘Newroz Azadî ye, Azadiya te, Azadiya me ye’ bê lidarxistin.

Gok her wiha destnîşan kir Newroz  cejneke neteweyî ye, lewma dema ku planên Newrozê kirine, wan li ser bingehê yekîtiya neteweyî weke konsepteke neteweyî nirxandiye.

Ewropa statûya Kurdan bibîne

Kerem Gok diyar kir ku Newroz ne tenê cejnek e, di rastiyê de cejna xwedî derketina li hebûna xwe, serî rakirina li ber zilmê û cejna vejînê ye û wiha pêde çû: “Peyama ku di Newrozê de bê dayîn, hem wê ji polîtîkayên krîmînalîzyonê yên dewleta Elman hem jî ji polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk re wê bibe bersiv. Em dixwazin dewletên Ewropayê daxwazên statu û azadiyê yên Kurdan bibînin. Em dixwazin nîşan bidin ku Kurd wê qasî sedsaleke din jî di bin esaretê de nedjîn. Têkoşîna me heta ku azadiya me pêk tê, wê bidome.”

Divê helwesta Elmanya biguhere

Hevserokê KON-MED’ê Kerem Gok herî dawî ev tişt anî ziman: “Di serî de dewleta Elman, divê helwesta dewletên Elman a têkildarî meseleya Kurd bê guhertin. Divê Kurd nebin qurbanê têkîliyên di navbera dewletan de, divê nebin qurbanê berjewendiyan. Divê demildest têkildarî meseleya Kurd ne di asta ku dewleta Tirk dixwaze de, divê bi dîtina realîteyê bi perspektîfeke çareseriyê li meseleyê were nêrîn. Em raya gişî ya Elman a demokratîk jî vedixwînin Newrozê. Divê xwedî li daxwazên rewa yên gelê Kurd derbikevin. Em bang li Kurdan jî dikin ku divê em li dijî qirkirina çandî û fîzîkî li qadan dengê xwe bilind bikin.”

AKP Kurdistan kiriye qada şer

Her wiha ADGB'ê ji bo pîrozkirina cejna berxwedanê Newrozê bang li gelan, têkoşerên li dijî faşîzmê kir ku li Newroza navendî ya li Frankfûrtê li hev kom bibin.

Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê (ADGB) daxuyaniyek weşand û got, "Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP ku keda gelan, kedkar û xizanan vediguherîne çekê, talanê û bi zext, tecrîd û zilmê cografya Tirkiye û Kurdistanê vediguherîne qada şer û girtîgehê, dojehê li gelan ferz dike.

ADGB’ê got,’’Têkoşîna me ya hevpar a li her qadê ya li dijî vê yekê, berxwedan û hêza me ya bi hev re, di van rojan de ku Newroz nêzîk dibe hîn bêhtir dibe xwedî wate.’’

Em Newroza Frankfurtê geş bikin

ADGB’ê banga tevlêbûna li Newroza Frankfurtê kir û wiha got:’’Newroz jî yek ji wan xetên têkoşînê ye ku îradeya gel lê tê nîşandan. Newroz yek ji wan rojan e ku li dijî şer têkoşîna aştiyê û yekbûna gelan digihêje asta herî bilind. Li dijî yên ku bi sûcdariyên cuda hewl didin me ji hev cuda bikin, em her tim bi hev re li vê derê ne û vê yekê jî di Newrozê de nîşan didin. Weke saziyên şoreşger û sosyalîst ên li Ewropayê em bang dikin ku di Newrozan hemûyan de bibin yek, bi taybetî di Newroza li Frankfûrtê de berxwedanê hîn mezin bikin û bi vê armancê ji bo Newrozê seferber bibin."

ANF/FRANKFURT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.