Xemsariya ziman li Elmanyayê!

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 20 Adar 2024 - 00:17

  • M. Şîrin Dogrul da zanîn ku zarokên Kurd ên ku li Ewrûpa dijîn pirsgirêkan dijîn û pir bi zehmetî fêrî zimanê xwe yê zikmakî dibin. Li hember vî tiştî got ku divê saziyên Kurdan hîn bêhtir girîngiyê bidin kursên çand, huner û ziman.

M. ZAHÎT EKÎNCÎ / KÎEL

Kurdisch Kultur Schule (Dibistana Çanda Kurdî) ji bo ku çand û hunera Kurdî bide nasandin di 31’ê Çileya 2015’an de ji hêla komek xwendekarên zanîngehê ve li bajarê Kîelê hate damezirandin. Ji xeynî pêşvebirina çand û hunera Kurdî ev sazî wekî din hewl dide bi çandên din ên dinyayê re jî têkiliyan ava bike û bi vî awayî li ser hevkariyê karên hevpar dimeşîne. 

Mamosteyê zimanê Kurdî Mehmet Şîrîn Dogrul ku li Kurdische Kultur Schule dersên ziman dide da zanîn ku wan heta niha gelek xebatên Kurdî biriye serî û roj bi roj kursên ziman, folklor û muzîkê bêhtir bala xelkê dibin ser xwe. Ew di hemû kursên xwe de zimanê Kurdî esas digirin û hewl didin zimanê Kurdî di hemû warên jiyanê de were bikaranîn. Mehmet Şîrîn Dogrul derbarê xebatên Kurdisch Kultur Schule de axivî û nirxandinan kir.

Elman bêhtir bala xwe didin ser Kurdî

Mehmet Şîrîn Dagrul got wan bi saya saziya Dibistana Çanda Kurdî heta niha bi gelek saziyên çandî yên biyanî re jî têkilî danîne û di derheqê avakirina saziya Dibistana Çanda Kurdî de wiha axivî; “Em dixwazin çanda xwe bidin nasîn û bi vê rêyê bala xelkên din dibin ser xebatên çandî. Dibistana me her çend xwedî statuyeke taybet be jî em bi gelek komele û saziyên din re jî têkiliyan ava dikin û xebatên hevpar dimeşînin. Ji bilî kursên zimanê Kurdî her wiha kursên me yên folklor û muzîkê jî hene. Nexasim jî Elman bêhtir bala xwe didin kursên me yên zimanê Kurdî. Ji xeynî dibistana me em li hin saziyên din jî dersa Kurdî didin. Em hewl didin bi awayekî fermî li Volkshochschule jî dersên Kurdî bidin ku niha li wir bi zimanê Elmanî ders didin penaberan. Li bajarên nêzî me hin xebatên me dewam dikin. Li bajarê Neumunster ji bo zarokan kursa folklorê hatiye destpêkirin. Ji bo em karibin li bajarê Heide jî kursên folklorê bidin em dixebitin.”

Hefteya Çanda Kurdî li dar xistin

Dibistana Çanda Kurdî sala çûyî di navbera 25 û 11’ê Îlonê de li bajarê Kîelê “Hefteya Çandî ya Kurdistanê” li dar xist. Di nav vê hefteyê de gelek çalakiyên çandî û hunerî pêk hatin. Mehmet Şîrîn Dogrul ji bo van çalakiyan jî got; “Ji bo ev çalakiyên me baştir belav bibin me gelek hazirî kirin. Ji bo danasîna çalakiyan me broşûr hazir kirin û belav kirin. Her wiha gelek panel pêk hatin lidarxistin. Akademîsyen, aktivîst û siyasetvan beşdarî panelan bûn. Me di çalakiyên xwe de cilûberg û xwarin û vexwarinên Kurdî dan nasîn. Her wiha rojên filman, şano, xwendina pirtûkan û muzîk jî hatin organîze kirin. Ji bo ev xebatên me baştir pêk werin dibistana me bi saziyên weke Meclîsa Gel a Kîelê, Komeleya Xelkên Kurd a Kîelê, Komeleya Jiyana Jin û gelek saziyên cuda re xebitî.”

Malbat zarokan naşînin kursan!

Mehmet Şîrîn Dogrul herî dawî da zanîn ku ji bo çand, huner û zimanê Kurdî baştir were naskirin çi ji destê wan tê dikin û got; “Li Ewrûpayê zarokên Kurd pir zehmetî dikşînin ji hêla fêrbûna ziman ve. Malbat jî bi baldarî nêzî meseleyê nabin û zemîneke ku zarokên wan fêrî zimanê xwe yê zikmakî bibin hazir nakin. Her wiha ciwan jî ziman paşguh dikin û jiyaneke dejenerebûyî tercîh dikin. Ji ber van sedeman kursên çand, ziman û hunerî girîng in. Divê bi her awayî em bala malbat, ciwan û zarokan bikşînin ser ziman. Li ser medyaya civakî em dikarin kursên xwe baştir bidin nasîn. Her wiha divê em beşdarî çalakiyên hevpar ên bi xelkên din re jî bibin û diyalogên geş av bikin di navbera xwe û wan de.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.