Li Hambûrgê şahiya ji bo DEM’ê

Sêşem 12 Adar 2024 - 00:55

Li Hamburgê ji bo namzetên DEM Partiyê yên DEP’ê şahîneteke piştevaniyê hate lidarxistin.

Şahî li salona dawetê ya Hît-Hoûse ya li taxa Bergedorfê ya Hambûrgê pêk hat.

Şêniyên ji Depê yên li Hambûrg û derdora wê tevlî çalakiya piştevaniyê bûn. Destpêkê ji komîteya amadekar Îlhan Akdenîz axivî û banga piştevaniyê ji bo DEM Partiyê kir.

Parlamenterê SPD'ê yê Hambûrgê Alî Riza Şîmşek jî destnîşan kir cihêkarî û nîjadperestî gefa herî mezin a li dijî mirovahiyê ye û hemû mirovên li qadan li dijî vê yekê têdikoşin pîroz kir. Şîmşek got, "Ez şoreşgerên leheng ên Depê bi rêzdarî silav dikim û ji namzetên DEM Partiyê re serketinê dixwazim."

Şaredarê berê yê Depê Bûrhan Kocaman jî anî ziman ku di hilbijartinê de wezîfeya herî mezin dikeve ser milê jin û ciwanan û got, "Ji dayikên me yên hêja dixwazim ku xwedî li ewladên xwe derkevin."

Parlamenterê berê yê Mûşê yê ji HDP'ê Dr. Ahmet Yildirim jî destnîşan kir ku serketina li Depê wê bandorê li tevahiya herêmê bike û wê bibe bersiveke xurt li dijî polîtîkayên qirkirina siyasî.

Di şahiyê de Ozan Pîro Genlîk, Hozan Hesen, Hozan Amed, Hozan Hekîmo, Hozan Bênav û Grûp Yorem hunera xwe pêşkêş kirin.

ANF/HAMBURG

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.