Lehengiya PKK’ê dewam dike

Pêncşem 28 Adar 2024 - 02:25

  • Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan anî ziman ku li nava PKK’ê kevneşopiya lehengiyê dewam dike û got: Gelekî ku lehengên xwe hebin, wê teqez bi ser bikeve.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan Newroza 2024'an ku daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mohra xwe lê xist, mizgîniya Newrozê ya Navenda Parastina Gel, Hefteya Lehengiyê, êrîşa DAÎŞ'ê ya li Rûsyayê ji Radyoya Dengê Gel re nirxand. Karayilan di destpêka nirxandina xwe de pîrozbahiyên Newroza 2024’an nirxand û wiha got:’’Newroza 2024'an bi rengekî mezin û girseyî hate pêşwazîkirin. Hem li çar parçeyên Kurdistanê hem jî ji Japonya heta Kanadayê li her devera cîhanê, gelê me Newroz bi coşeke mezin pîroz kir. Aliyê xwe yê herî girîng banga ji bo azadiya Rêber Apo ye. Bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo gelê me ev Newroz pêşwazî kir. Bi milyonan mirovî ev dirûşm qîriya û daxwaza azadiyê kir. Newroza îsal careke din nîşan da ku Rêber Apo rêberekî rastî yê gel e. Ji ber vê yekê gelê me xwedî lê derdikeve. Ev rastî di vê Newrozê de careke din şênber bû. Bêguman saziyên navneteweyî, raya giştî ya navneteweyî divê vê helwesta gelê me bibînin û guh bidin vê banga gelê me.  Dîsa em niha di serdemek dîrokî de ne. Di rojên pêş de wê li Kurdistanê şer bi pêş bikeve. Beriya vî şerî, ku dewleta Tirk a qirker xwe ji bo wê amade dike, gelê me helwesta xwe ya li dijî şer nîşan da. Daxwazên xwe anî ziman û diyar kir ku ew li kîşan aliye. Di vê wateyê de mîna ku kongreya neteweyî ya mezin pêk hat. Xwedî gelek wateyan bû. Dîsa gelê me kêfxweşiya xwe ya ji ber serketina gerîla di warê taktîk û teknîkê de diyar kir.

Sîstema hewayî stratejîk e

Mûrat Karayilan derbarê mizgîniya ku Tevgera Azadiyê ragihand jî ev nirxandin kirin:’’Raste; gelê me bi meraqeke mezin li benda mizgîniyê bû. Ji bo gelê Kurd tiştekî nû bû. Heta dema ku ev balafirên bêmirov yên bombebarkirî an jî tenê yên keşfê dikin, ketin destê wan gotibûn, “PKK’ê salek maye ku bijî.” Xwestin bi van amûrên ku xwe dispêrinê, komkujiyan bikin- jixwe bi van balafirên bêmirov gelek komkujî pêk anîn. Ji bo me tiştekî stratejîk e ku em li dijî van çekên di destê dijmin de firsendekê bi dest bixin, çekekê peyda bikin û sîstema fuzeyan peyda bikin. Lewma ev çek ne çekeke ji rêzê ye, çekeke stratejîk e. Jixwe ji niha ve bandora xwe li şer kiriye. Lê nêzîkatiya weke ku her tişt çareser bûye, balafirên keşfê nema dikarin tiştek bikin, ne rast e. Ev şerek e û dijmin wê dîsa bixwaze bi balafirên keşfê li gelê me bixe, komkujiyan pêk bîne û sûîqestan pêş bixe. Divê em bi tedbîr bin, hem hevrêyên me yên di nava şer de, hem jî gelê me yê welatparêz divê wiha nêzîk bibe. 

Gel bi lehengên xwe bi serdikeve

Mûrat Karayilan derbarê Hefteya Lehengiyê de jî ev nirxandin kirin:’’Gelê me bi xeteriya tinebûnê re rû bi rû ma. Di serdemeke wiha de derketina Rêber Apo bê guman derketineke dîrokî bû. Ger vê serdemê jî lehengên xwe bi xwe re neafiranda, nedikarî li hemberî êrîşên dijwar ên dijminî li ber xwe bida. Ev kevneşopî îro jî berdewam dike. Niha jî hevrêyên me ev zêdeyî sed rojan in ji bo azadiya Rêber Apo û li dijî tecrîdê greva xwe ya birçîbûnê didomînin. Bi vê boneyê ez hevrêyên me yên di greva birçîbûnê de ne bi rêzdarî silav dikim. Bi kurtasî Mazlûm Dogan bi vê dereketina xwe di têkoşîna li dijî dijmin a li zindanan de feraseta lehengiyê ava kir. Fermandar Egîd jî heman tişt li çiyayên azad pêş xist. Bi kurtasî, lehengî nebe, hebûn jî nabe. Ji bo neteweyeke hebûna xwe biparêze, pêwîstiya wê bi lehengan heye. Derketina Rêber Apo bi xwe re lehengî derxist holê. Rêber Apo ji destpêkê ve dizanîbû ku eger lehengî nebe, wê hebûn jî nebe; Ji bo vê jî pêşî di şexsê xwe de lehengî pêş xist. Berxwedana Rêber Apo ya li dijî êşkenceya psîkolojîk a 26 salan, berxwedaneke di ser her tiştî re îfade dike. Gelekî ku xwedî lehengên wiha bin, wê teqez bi ser bikevin.  

Li pişt êrişê MÎT’a Tirk heye

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan derbarê êrişa li Moskovayê de jî wiha got:’’Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, helwesta tevgera me ya li ser vê mijarê bi daxuyaniyekê ji raya giştî re ragihand. Em vê êrîşa hovane ya bi navê DAÎŞ’ê pêk hatî, bi tundî şermezar dikin. Weke rêxistin û gel li dijî DAÎŞ’ê em xwedî helwest û têkoşîn in. Dibe ku DAÎŞ’ê berpirsyariya vê êrîşê girtibe ser xwe, lê ya girîng li pişt vê êrîşê kî heye. Îro Tirkiye cihekî ku hemû endamên DAÎŞ'ê lê bi awayekî aram tev digerin e. Piranî xwe li wir amade dikin. Piraniya kesên ji xwe re dibêjin Şaxê Horasanê li Tirkiyeyê dimînin. Ji ber vê yekê, eger ev bûyera li Moskowayê baş were lêkolînkirin, wê rastiya li pişt perdeyê derkeve holê. Li gorî qenaeta me li pişt perdê MÎT'a Tirk heye. Eger dewleta Rûsyayê ji bo xatirê berjewendiyên xwe yekser eşkere neke ew tiştekî din e, lê eger eşkere bike wê diyar bibe bê kî li pişt van êrîşkaran hene, wê eşkere bibe ku ew ne dûrî dewleta Tirk û rejîma AKP-MHP'ê ne, ji bo daxwazên xwe li ser hin hêzên cuda ferz bike bi rêyên gelekî veşartî van çeteyên DAÎŞ'ê bi kar tînin.  

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.