Colemergiyan fatîha li qeyûm xwend

Pêncşem 28 Adar 2024 - 00:46

Gelê Colemêrgê biryardar e ku rêveberiya dagirkeriyê qeyûm bişîne ser tingên zibil û şaredariya gel a bi rêveberiya DEM Partiyê sazkar bike. Colemergî dibêjin ew ê sedî 80 yê dengan bistînin û dersekê bidin AKP’ê.

Gelê Colemêrgê, tevî kiryarên qirêj ên desthilatdariya AKP û MHP'ê yên weke bikaranîna hemû çavkaniyên dewletê, dengdêrên xeyalî û anîna dengdêrên ji derve jî bi biryar e ku di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê de bi rêjeyeke zêde ya dengan li Colemêrgê şaredariyan dubare bi dest bixe.

Welatiyên Colemêrgê ji ANF'ê re axivîn û diyar kirin ku DEM Partî wê li bajêr ji sedî 80 deng bistîne. Welatiyê bi navê Hîvzûllah Kansû diyar kir ku li Kurdistanê tekane bajarê ku hemû parlamenterên xwe şandine meclisê Colemêrg e û got ku gelê Colemêrgê hemû gavan di siyaset û têkoşînê de herî li pêş e û li ber xwe dide. Kansû teqez kir ku DEM Partî wê di hilbijartinên xwecihî de bi rehetî ji sedî 75 deng bistîne û got ku gelê Colemêrgê wê li wir derseke xweş bide hikûmetê.’’

Welatiyê bi navê Hecî Pîrmûs Kûrt got li gel serkeftina DEM Partîyê wê kesên di zindanan de tên rehîngirtin azad bibin û wê aramî were welat. Hecî Pîrmûs Kûrt diyar kir ku partiyên din hewl didin bi pereyan dengan bi dest bixin û got: ‘’DEM Partî, partiya merhamet û edaletê ye. Ev çi bikin jî wê DEM Partî bi ser bikeve. AKP û Erdogan ji bo dengan pereyan belav dikin. Hin kesên ku xwe difroşin hene, lê belê em ê ji bo xwe, ji bo zimanê xwe û ji bo edaletê dengê xwe bidin partiya xwe.’’

Welatiyekî din ê Colêmergê yê bi navê Husnu Raûfoglûyî jî bi bîr xist ku di hilbijartinên giştî de gelê Colemêrgê her 3 namzetên xwe jî şand meclîsê û got: ‘’Em ê bi piştevaniya gelê xwe partiya xwe zêdetir bi pêş bixin. Şaredarî qada xizmetguzariyê ye lê belê em tenê weke qada xizmetguzariyê lê nanêrin. Piştî desteserkirina şaredariyên me û tayînkirina qeyûman gelê me wê di 31'ê Adarê de derseke xweş bide wan. Em ê qeyûman bişînin û şaredariyên xwe dubare bi dest bixin. Bi piştevaniya gelê Colemêrgê wê DEM Partî ji sedî 80 deng bistîne.’’

ANF/COLEMERG

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.