Yekîtiya bêhempa ya APO’yî

Pêncşem 28 Adar 2024 - 00:56

HPG’ê 2 gerîlayên li Amanosan şehîd bûn, bi rêzdarî bi bîr anî û got:“Bi yekîtiya bêhempa ya hevrêtiya Apoyî bi qasî pratîkên jiyan, li hember êrişa dijmin bi xeta fedaîtiyê ya berxwedana dîrokî careke din îspat kirin.” Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê gerîlayên şehîd ev tişt diyar kirin:“Di 27’ê Adara 2018’an de li herêma Samandagî ya Hatayê di navbera hevalên me û leşkerên dijmin de şerekî dijwar qewimî. Hevrêyên me Demhat û Andok di vî şerî de derbên giran li dijmin xistin, bi fedayî şer kirin û şehîd bûn. Em hevrêyên xwe Demhat û Andok ên ku li her qada ku lê bûn temsîla fedaîtiya Apoyî kirin û tevlî karwanê nemiran bûn, di salvegera şehadeta wan de bi rêzdarî bi bîr tînin. Hevrêyên me Demhat û Andok ku ji Herêmên Parastinê yên Medyayê ber bi Şengalê û ji wir jî heta Amanosê di rêyên hêviyê de bi hev re meşiyan, bi yekîtiya bêhempa ya hevrêtiya Apoyî bi qasî pratîkên jiyan, li hember êrîşa dijmin bi xeta fedaîtiyê ya berxwedana dîrokî careke din îspat kirin. Em sersaxiyê di serî de ji malbatên hêja yên hevrêyên me Demhat û Andok, ji tevahî gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soza xwe nû dikin ku têkoşîna hevrêyên xwe bi biryardarî bidomînin.

Hevrêyê me Demhat li Cizîra Botan a kevnar a ku yek ji cihên ku welatparêzî herî zêde li Kurdistanê tê jiyîn hatiye dinê. Di sala 2011’an de dest ji zanîngehê berda û tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me, li herêmên cuda yên Amanosê bi gerîlatiyê beşdarî gelek çalakiyên li dijî dewleta Tirk a qirker bû, kîn û hêrsa xwe ya mezin li hemberî dijmin nîşan da, îspat kir ku gerîlayê azadiya Apoyî hêza tola hemû zarokên Kurdan hilîne.

Hevrêyê me Andok li navçeya Qoserê ya Mêrdînê di malbateke welatparêz de jidayîk bû. Hevrêyê me yê di sala 2011’an de dîl ketibû destê dijmin, nêzî 5 mehan di zindana dijmin de ma. Piştî ji zindanê derket yekser tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Andok di dema mayîna xwe ya li qada Amanosê de bi tevlîbûna bi coş, exlaqî û fedaî ji bo hevalên xwe yên ku bi hev re xebitîn bû çavkaniya hêzê. Li ser vê bingehê bi tevlîbûna di koma ku çû Samandagiyê de xewneke din pêk anî û tevlîbûneke layiqî baweriya hevrêyên xwe bi dest xist.

Agahiyên derbarê nasnameya şehîdan de wiha ne:

Demhat Rêzan (Îsmaîl Ozdemîr), li Şirnexê jidayîk bûye, 27’ê Adara 2018’an li Amanosan şehîd bû.

Andok Bagok (Delîl Goktaş), li Mêrdînê jidayîk bûye, 27’ê Adara 2018’an li Amanosan şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.