Dardest divê bêne dadgehkirin

Pêncşem 28 Adar 2024 - 00:48

Endamê Yekîtiya Nivîskarên Kurd Bendî Elî bal bire ser bêdengiya li bara êrîşên dagirker ên Tirk û got heke ev bêdengî bidome şer wê bikeve nav malan û cihên nivîsandinê jî.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Başûrê Kurdistanê bê navber dewam dikin, dewleta dagirker rojane li Başûr xelkê sivîl dike hedef, xwezaya Kurdistanê talan dike û dagirkeriya xwe berfirehtir dike. 

Aliyê şerveker wê dadgeh bibe

Derbarê êrişan de endamê Yekitiya Nivîskarên Kurd ya şaxa Silêmaniyê Bendî Elî got,,“Dewleta faşîst ya Tirkiyeyê dixwaze di vê parçebûna îro de ya li herêmê diqewime, bibin xwedî cih. Niha hikumeta herî faşist ya Tirkiyeyê, hikumeta Erdogan e, dixwazin şerê xwe ne tenê bixin nav bajaran, dixwazin bixin nav malan de, da ku siyaseta xwe ya dixwazin bidest bixin. Eger aliyek siyasî, ji bo şer bikeve nav herêma Kurdistanê rê veke, ev li hemberî gelê xwe dibe xedrek mezin. Her kesê bibe dardestê hêzên wêrankar, divê werin dadgehkirin.”

Şer bikeve cihê nivistinê jî

Di dawiya axaftina xwe de nivîskar Bendî ev bang li xelkê kir; “Hizbên siyasî guh nadin me, lê ez bang li xelkê Herêma Kurdistanê dikim, ger bêdengiya li hemberî êrişan dewam bike, ev yek wê bibe xedrek mezin, ger wiha dom bike, wê şer bikeve nav malên me û cihê nivistinê jî.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.