PDK’ê bi Tirkmenan re lihev kiriye

Pêncşem 28 Adar 2024 - 00:58

Berpirsa Lijneya Pêkhateyên YNK’ê Hesîbe Ebdula derbarê lihevkirina navbera eniya Tirkmen û PDK’ê ya li ser postê waliyê Kerkûkê de peyamek belav kir. Hesîbe Ebdula diyar kir ku PDK li Herêma Kurdistanê pesnê xwe bi Kurdayetiyê dide û debara karmendan ji dest dide, li Kerkûkê jî qîmeta netewî difiroşe. Hesîbe Ebdula her wiha destnîşan kir ku PDK li gel eniya Tirkmen lihevkirine ku postê waliyê Kerkûkê bi dorveger be. Hêjayî gotinêye ku piraniya waliyên parêzgehên Iraqê hatine hilbijartin û diyarkirin, lê nêzî 4 meh in tevî hewldanên Serokwezîrê Iraqê jî hîna yek ji cihên ku herî zêde çav li ser e ango parêzgeha Kerkûkê nekarîne hikûmeta xwecihî were avakirin û waliyê parêzgehê were diyarkirin.

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.