Ji Kurdên Egeyê seferberiya hilbijartinê

Pêncşem 28 Adar 2024 - 00:42

Bi hezaran Kurdên ku li Egeyê dijîn ji bo dengan xwe bidin seferber bûn. Hilbijêrên mobîl ên ku li herêma Egeyê ya Tirkiyê dijîn ji bo ku bi rayên xwe qeyûman bişînin wê biçin Kurdistanê û dengê xwe bidin DEM Partiyê. DEM Partî ya Şirnexê bang li hilbijêrên mobîl kir ku dengê xwe bidin.

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li gelek bajaran xebatên ji bo hilbijarên li dûrî bajarên xwe didomîne. 

Wê li bajarên Egeyê hilbijêrên mobîl ku bi hezaran serlêdan kirine, ber bi bajarên wan ve bên şandin. Li Egeyê bi taybetî kesên ji Wan, Qers, Îdir û Mêrdînê gelek kesan serlêdan kiriye û dê heya 29'ê Adarê hilbijêr bên şandin. 

Berdevka Komîsyona Hilbijêrên Mobîl ya DEM Partiyê ya Herêma Egeyê Tulîn Tumerê ku agahî dayî rojnamevan Semra Turan, diyar kir ku tenê li Îzmîrê zêdeyî hezar serlêdan hene û hîn jî hilbijêr serlêdanê dikin. Tumerê diyar kir wan ji bo hin bajaran bilêtên otobusan kirîne û got wê ji bo Wan, Agirî, Îdir û Qersê otobusan peyda bikin. Tumerê diyar kir ku bi taybetî ji bo Agirî û Wanê serlêdan hene û wiha got: "Ên Mêrdîn û Amedê jî zêde ne. Vê hefteyê me giraniya xebata xwe tenê da ser vê yekê. Rêxistinên me yên navçeyan derî bi derî digerin û serlêdanan hilbijêrên livdar tomar dikin. Her wiha em bi otobusên xwe yên hilbijartinê jî vê yekê anons dikin. 29'ê Adarê roja dawî ye. Lê ji bo kesên ku şert û mercên wan ên taybet hene û nikarin destûrê ji cihê kar bigirin jî em ê wan di 30'yê Adarê de serê sibehê bişînin." 

Tumerê bi bîr xist ku desthilat leşker û polîsan wekî hilbijêr veguhastine bajarên Kurdistanê û got: "Li hemberî vê yekê me xebatek plan kiribû. 110 herêmên me yên pîlot hebûn, me ev yek berfireh kir. Ji bo 2 herêman me lêkolîneke taybet kir. Ji bo em deverên ku qeyûm tayinî wan hatine kirin bi dest bixin û deverên ku bi rêjeyeke biçûk ji dest me çûn bi dest bixin, 2 meh in em bi taybetî dixebitin. Teqez em ê van deran bi dest bixin. Lewma banga me ji bo kesên ku wê li wan deran dengên xwe bi kar bînin, bila biçin warê xwe û dengên xwe bi kar bînin û xwedî li dengên xwe derkevin." 

Hevberdevkê Komîsyona Hilbijêrên Livdar a Îzmîrê Onder Aktaş jî diyar kir ku serlêdan zêde bûne. Aktaş bal kişand ser girîngiya hilbijartinên Kurdistanê û got ku desthilat ji xeynî polîtîkaya qeyûmê, li bajarên Kurdan hilbijêrên sexte tomar kirine. 

Ji Şirnexê bang li hilbijêrên mobîl

Her wiha li Şirnexa ku AKP’ê bi hezaran leşker û polîs veguhestinê, xebatên hilbijêrên mobîl ên DEM Partiyê didomin. Hevserokê Bajêr Abdullah Gungen got, “Em her hilbijêrên ku xwe digihînin me bibin ser sindoqan.”

Li Şirnexê, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo hilbijartinên herêmî yên di 31’ê Adarê de pêk bên lez dan xebatên xwe. DEM Partî ya ji aliyekî xebatên xwe yên li qadê didomîne, li aliyê din jî ji bo hilbijêrên livdar xebatên xwe didomîne. DEM Partî ya hewl dide xwe bigihîne welatiyên li Şirnexê dijyan û ji ber sedemên cuda li derveyî bajarî ne, heta niha li navenda Şirnexê û navçeyên wî nêzî bi hezaran hilbijêran re têkilî danî. 

Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Abdullah Gungen, bang li hilbijêrên mobîl kir û xwest dengên xwe bikarbînin. Gungen, anî ziman ku wê her hilbijêrê ku bi wan re dikeve têkiliye, bînin ser sindoqê û pişt re dîsa bibin cihên ku jê hatine. 

Gungen, bang li welatiyên ku ji ber hin sedeman li derveyî Şirnexê û navçeyên wê dijîn kir û wiha got: “Her dengek vîneke. Divê herkes xwedî li vîna xwe derkeve.

MA/ÎZMÎR/ŞIRNEX

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.